2 KHK'yên nû hatin weşandin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya OHAL'ê de di Rojnameya Fermî de 2 KHK'yên nû hatin weşandin.

Di çarçoveya OHAL'ê de di Rojnameya Fermî de 2 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) yên nû hatin weşandin. 3 hezar 939 kes hatin îxrackirin. Ji vana 3 jê li TMMB'ê, 3 jê li Şûraya Dewletê, 19 jê li Dadgeha Bilind, 6 jê li Desteya Hilbijartinê ya BIlind, 6 jê li Desteya Bilind a Dadwer û Dozgeran, 3 jê li Teşkîlata Navendî ya Serokwezîrtiyê, 201 jê li Serokatiya Karên Diyanetê, 2 jê li Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê, 23 jê li Desteya Piyaseya Sermayeyê, yek jê li Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk, yek jê li Serokatiya Tirkên Li Derveyî û Welat û Civatên Xizmî ya Serokwezîrtiyê û hezar û 127 jê jî li Wezareta Dadê peywirdar bûn.

Her wiha 235 xebatkarên cemaweriyê jî îadeyî peywirê hatin kirin, 14 komele, rojnameyek, kovarek, 18 weqf û 13 saziyên tenduristiyê jî hatin girtin û 5 komele jî ji nû ve hatin vekirin.