ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur ê hat berdan, diyar kir ku polîtîkaya girtinê û qeyûman girêdayî hev in û wiha got: "Em bi dosyeyên pûç hatine girtin. Gel di 8'ê Adarê, Newroz û referandûmê de bersiv da."
Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin. Di 16'ê Mijdara 2016'an de jî Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Kunur di 24'ê Nîsanê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê di rûniştina yekem de hat berdan. Kunur, pêvajoya tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran û girtîgehê nirxandin û wiha got: "Ev hemû girêdayî polîtîkayên AKP'ê ne."
‘LI DIJÎ VÎNA GEL KONSEPTEK DERXISTIN HOLÊ'
Kunur, dest nîşan kir ku di çarçoveya polîtîkayên ewlehîparêz de, li dijî vîna gel konseptek xistine dewrê û wiha domand: "Beriya 7'ê Hezîranê dema ku reng û dengê jiyana pevre ya gelan, aştî û tifaqa gelan derket holê, metirsiyeke mezin li AK Partî û dewletê peyde bû û pêvajo û konsepteke nû dest pê kir. Îlankirina qedexeyên li bajaran, operasyonên qirkirina siyasî, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan hemû bi hev ve girêdayî ne. Me ev biryar nas nekir û got, vîna gel hatiye binpêkirin. Çimkî, biryareke ku vîna gel wê nas neke, ew biryar ne rewa ye. Ewil xwestin di Meclîsê re derbas bikin: Lê ji ber bertekan bi paş ve kişandin û di çarçoveya OHAL'ê de bi KHK'yan qeyûm tayîn kirin. Ev rewş bi xwe jî bo derhuqûqiyê têr dike."
Kunur, dest nîşan kir ku bi hincetên wek "Alîkariya rêxistinê" û "Nebirêvebirina fealiyetên şaredarîvaniyê" qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin û wiha axivî: "Bi mebesta ku vê rewşê wek rewşeke rewa nîşan bidin, hevşaredar girtine."
‘EV NE MEXDÛRIYETEKE ŞEXSÎ YE'
Kunur, tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û girtina siysetmedarê kurd Ahmet Turk ê 75 salî jî bi bîr xist û der barê îdianameya ku derheqê wî de hat amadekirin ev tişt gotin: "Dema em li dosyeya min dinihêrin, di çarçoveya dosye û belgeyên mufetîşên ku hatin şaredariyê de nehatiye amadekirin. Tevahiya îdianameyê bi îdiayên bêbinî hatiye amadekirin. Ji bo me têxin girtîgehê hatiye sêwirandin û amadekirin. Me di danişînê de yeko yeko bersiva vana dan û ew rizandin. Demeke dirêj bû ku li şaredariya me venihêrîn dikin û di van venêrînan de ji bilî fealiyetên şaredariyê rastî tu tiştekî nehatin. Xwestin bi şahidên nepen em tawanbar bikin. Lê ji bo lêkolînan gotinên wî, mehek berî wî mufetîş hatin şaredariyê. Lêkolîn kirin, lê tiştek derneket holê.
Em nizanin ev kesên şahidên nepen kî ne jî. Lê îfadeyên wan esas girtin û me xistin girtîgehê. Em vê wek mexdûriyeteke şexsî nabînin. Ji ber vê gelê me gelek êş kişandin. Gelek serokên şaredariyên me, rêveberên me bi heman tiştan hatin girtin. Girtina hemû siyasetmedarên me girêdayî vê ye."
‘GEL BERSIV DA'
Kunur, anî ziman ku AK Partî bi van pêkanînan re mudaxileyî siyaseta li herêmê dike û dixwazê wê ber bi leha xw eve bîne. Kunur, diyar kir ku gel di 8'ê Adarê, Newroz û referandûmê de bersiva van polîtikayan daye.
Kunur, dest nîşan kir ku di serî de Şaredariya Cizîrê û bi giştî hemû şaredariyên din ên qeyûm tayînî wan hatine kirin, veguherandine qereqolan û wiha got: "Ev pêvajo bi binpêkirina vîna gel hat destpêkirin. Di berdewamiya wê de hemû şaredarî ji gel stendin. Kesên wek qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin jî, bi tu awayî têkiliya wan bi gel re tune ne."
Kunur, balê kişand ser nêvenga Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê ya ku ew lê dihat ragirtin û dest nîşan kir ku, bi OHAL'ê re hemû mafên girtiyan hatine binpêkirin.
Kunur, bi bîr xist ku pêkanînên li girtîgehên salên 1980'yî îro li hemû girtîgehan hene û got ku, bi giştînameyên ku bi awayekî kêfî derdixin piraniya hevdîtinên bi malbatan, hevdîtinên bi telefonan, aktîvîteyên sosyal ên li girtîgehan hatine astengkirin. Kunur wiha domand: "Bi cezayên dîsîplînan re mafê telefon, name û hemû mafên ragihandinê hatin astengkirin. Ji bilî hevalên xwe yên odeyê tu kesî nabînî. Mînak; ji ber fitqoyê ez emeliyat bûbûm. Dema radiketim diviya min qorse girêdana. Lê belê li gel hemû hewldanên me jî qorse nedan."
‘SIRGÛNÊ WEK ÇARENÛSÊ FERZ DIKIN'
Kunur, balê kişand ser sirgûnên di demên dawî de jî û got ku, vê rewşê wek çarenûsekê li girtiyan ferz dikin. Kunur herî dawî wiha axivî: "Bi sirgûnan dixwazin girtiyan ji malbatên wan û xaka wan dûr bixînin. Lê li gel hemû çewisandinan jî, girtî bi awayekî zêde li ber xwe didin."