Hem derman e hem debar e

MÊRSÎN - Esma Turkali ya 56 salî, ku tuyên reş kom dike û li kuçeyên Mêrsînê difiroşe, diyar kir ku ew bi van tuyan hem du neviyên xwe yên sêwî xwedî dike, hem jî şîfayê belav dike.

Tuyên reş ên tahmxweş û bi şîfa li ser dezgehên esnafên Mêrsînê cihê xwe girtin. Tuyên reş, li herêmên ku avhewaya Behra Spî lê heye çêdibin û niha li ser dezgehên firoşkarên geroke de cihê xwe girtine. Esma Turkali ya 56 salî, ku di dest wê de qofeyeke tije tuyên reş hene û li kuçeyên Mêrsînê wan difiroşe, bi van tuyan debara du neviyên xwe yên sêwî dike.

DAREK BES E

Turkali, diyar kir ku ew li gor demsalan tiştan difiroşe û got ku, dema tuyên reş diqedin ew tirî, dema tirî diqede ew hejîran û dema hejîr diqedin jî ew li gor demsalan fêkiyên cur bi cur difiroşe û bi vî awayî jiyana xwe îdame dike. Turkali, da zanîn ku xebat li xweşa wê diçe û got ku, karê wê hinekî zehmet e. Turkali, dest nîşan kir ku ew bi keda xwe li ser piyan disekine û ji ber vê ew zaf bextewar e. Turkali, îşaret pê anî ku ji bo mirov debara xwe bike, carinan dareke fêkiyan bes û pir e jî û got ku, dema ew firoşkariyê dike, tenê pirsgirêkek wê heye ew jî veguhastina qofeyan e. Her wiha dema tuyan dide kesên ku pereyên wan tune ne jî, zaf bextewar dibe.

FÊDEYÊN TUYÊN REŞ

Her wiha tuyên reş, bi xurikên ku di xwe de dihebîne bi kêrî gelek nexwşînên wek dîzanterî, hemoroîd, anemiyê û tenduristiya çermî tê. Tuya reş herî zêde ji bo berên kozmetîkî û maskeyên serçavan tê bikaranîn û her wiha gelek antîoksîdanan jî di xwe de dihebîne. Li gel vana hemûyan jî, tuya reş wek antîbiyotîkeke xwezayî û tesîrdar jî tê bikaranîn.