ŞIRNEX - Li Şirnexê jin û mêrên bi navê Emîne û Îbrahîm Namdar hilweşandina li ber mala xwe bi çavên xwe temaşe dikin û her tim bi tirs û xofa ku wê dora hilweşandinê were mala wan dijîn. Hevjînên hev ji ber ku biryara hilweşandinê li ser mala wan heye şev û bi roj nobetê li ber mala xwe digirin.
Welatiyên Şirnexê yên bûne şahîdên windabûyîn û rûxandina bajarekî, niha jî ji bo xaniyên wan î saxlem ên ku biryara hilweşandina wan hatiye dayîn, neyên rûxandin têdikoşin. Dema em li nav taxên hilweşiyayî digerin, çavê me bi welatiyê bi navê Îbrahîm Namdar ê 76 salî ku li ber deriyê xwe rûniştiye dikeve û kûr kûr difikire dikeve û em ber bi wî ve diçin.
Namdar li ber deriyê xwe, li rûxandina taxên Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê temaşe dike û diyar dike ku, biryara hilweşandinê ji bo xaniyê wî jî hatiye dayîn. Namdar dibêje heta dawiya temenê xwe jî ew ê Şirnexê neterikîne û wiha didomîne: "Min çavên xwe vekiriye venekiriye, min xwe li Şirnexê dîtiye. Ji bîlî Şirnexê ez tu deverê nasnakim.”
Namdar rûxandina ku bi kepçeyan didome nîşan dide û wiha dibêje: “Ev cihê ku kepçe hildiweşîne berê hin xizmên me û cîranê me tê de dijiyan. Niha jî her yek bi deverekê ve çûye. Kes nizane niha li kuderê ne.”
'ŞAXÊN DARA MIN Î GÛZÊ BERÊ HEMÛ BEXÇEYÊ MİN DİXEMİLAND'
Piştî kêliyekê hevjîna Îbrahîm Namdar, Emîne Namdar a 65 salî ber bi me ve tê. Namdar a ku tevî hevjînê xwe ji bo xaniyê wan nerûxînin nobetê digirin, berî em li rewşa wê bipirsin dara xwe yî gûzê nîşan dide û wiha dibêje: "Wiha li dara min ya gûzê nenêrin. Berê bi şaxê xwe hemû baxçeyê min dixemiland. Lê mixabin dara min birîn. Leşker û polîsan ji ber ku li eniya wan dibe asteng birîn. Bajarê me jî li ber çavên me winda dikin. Dîroka me li ber çavên hemû dinyayê winda dikin."
'XWEZÎ EWQAS CANÊ NEMIRIN BA, BILA XANÎ HEMÛ BIÇA'
Dayika Emîne pişt re ciwanên ku li Şirnexê hatine kuştin bi bîr dixe û wiha berdewam dike: "Xweziya ewqas canê me neçûba, lê bila hemû avahî hilweşiyanan. Berê ev der hemû xanî bûn, şênkayî bû. Tije zarok bûn. Niha jî tu tiştek nehiştin. Tiştên mayin jî winda dikin. Hûn rojnamevan in? Çima heta niha tu kesî dengê me ne bihîst?"
'EM QONUTÊN WAN NAXWAZIN'
Dayika Emîne di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo biryara hilweşandina ser xaniyê rabike îtîraz kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê mixabin tu îtirazên me nehatin qebûlkirin. Heta ji destên me bê em ê nehêlin xaniyê me hilweşanîn. Heta niha tu alîkarî jî min re ne hatiye. Dibêjin em ê qonûta lê bikin. Lê em qonit monita naxwazin! Govên sewalên me ji qonitên wan çêtir in. Bila nehilweşînin û qonuta jî ava nekin.”