Şervanên Xezeba Firatê 6 texên Tebqayê rizgar kirin

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 6 taxên din ên bajarê Tebqayê ji komên DAÎŞ'ê rizgar kirin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yên Hemeleya Rizgarkirina Reqqayê kê lî bi kêlî dişopîn in, şervanan QSD’ê yên ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firtê şerê DAÎŞ'ê dikin, şevê din di nava bajarê Tebqayê de liv û tevgera xwe zêde kirin û derbeyên giran li DAÎŞ'ê xistin. Di encamê de şervanan taxên El-Mehaci, El-Bûserab, Ebû Êş, Kenîseya Asûriyan, El-Kesara û El-Mishir ên Tebqayê rizgar kirin. Şervanan demil dest li 6 taxên rizgarkirî dest bi xebatên lêgerînê kirin. Li gorî agahiyên ji fermandaran hatine bidestxistin, herî kêm 14 endamên DAÎŞ'ê hetin kuştin.

Di nava bajar de hîn jî cih bi cih di navbera şervanan û DAÎŞ'ê de şer didome.