STENBOL - Ji roja Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin heta niha bûye cihê herî zêde di nava civakê de tê naskirin. Li Girtîgeha Îmraliyê ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê tê girtin, hiqûqet taybet xistine meriyetê. Parêzerê Ocalan Emran Emekçî ev wekî “pergala îşkenceya Îmraliyê” bi nav kir.
Girtîgeha Îmrayê her tim bi pêkanînên taybet cihê xwe di rojeva Tirkiyeyê de girt. Hunermend û Derhênerê kurd Yilmaz Guney û gelek rewşenbîr li vê girtîgehê man. Dîsa Serokê Partiya Demokrat ê wê demê Adnan Menderes, Wezîrê Karê Derve Fatîn Ruştu Zorlu û Wezîrê Aboriyê Hasan Polatkan jî li gireva Îmraliyê hatin înfazkirin. Di sala 1935’an de girva Îmraliyê ya di rojeva Tirkiyeyê de bû, di 15’ê Sibata 1999’an de ket rojeva hemû cîhanê. Bi hevkariya hêzên navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê bi hiqûqa taybet a xistine dewrê tê girtin. Hiqûqnas û siyasetmedar vê wekî “pergala îşkenceya Îmraliyê” bi nav kir.
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, derbarê pergala Îmraliyê de pirsên dihaberê bersivandin.
* Hûn wekî parêzerê Ocalan girtîgehê çawa pênase dikin?
Ji sala 2004’an vir ve parêzertiya Birêz Ocalan dikim. Lê tişta ku vê tecrubeye nîşanî min daye ewe ku, hemû tiştên min heta roja îro li ser navê hiqûqê zanîne dema mijar dibe Ocalan derbasdar nabin. Tişta min ji vê pêvajoyê fê kiriye ewe ku li Girtîgeha Îmraliyê qanûn û hiqûq bê bandorin. Li ber vê rastiyê dema mirov rastiya Îmraliyê vedibêje û dema dihizirim ku dê çi bibe, ya rast gihiştima encama têgeha “pergala îşkenceya Îmraliyê”.
* Çima pergala îşkenceya Îmraliyê?
Sedema wê ewe ku ev pergal ji bo vîna azadiya Ocalan bê şikandin hatiye avakirin û rêvebirin. Ji ber ku Ocalan naveke bin bandora modernîteya kapîtalîst hedef tê girtin. DYE, Îngilîstan û Îsraîl hêj di sala 1990’î de ev tesbît kiribûn. Ocalan bawer dikir ku divê bi kesayetiyek ku xwe dispêre azadiya xweser û wiha nêz bibe, destûr nade ku tevgera wî tiştên wan bikar bîne û gelê xwe ji bandora wan diparast. Ev jî kêrî karê wan ne dihat û ji wan re bitalûke bû. ji ber ku Ocalan ew rolê wan ji kurdan re dabû xira dikir, kesayetiya azad û civak derdixist pêş û her ku diçû li Rojhilata Navîn dikir aktor. Ocalan ji wan re kesekê ku lîstîkên wan xira dikir bû, ne diket bin bandora wan û dest ji riya azadî û xweseriyê bernedida. Ji ber wê yekê bi awayekî korsan revandin, di bingehê ‘xistina bin kontrole û şikandina vîna azad’ de pergala îşkenceya Îmraliyê xistin dewrê. Dê li vir hêza li berxwedan û vîna Ocalan bihata testkirin.
* We got revandina Korsan çawa?
Ocalan na dihat kontrola û polîtîkayên wan. Hêjî Ocalan li Şamê bû, rayedarekî DYE’yê ji bo bê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dê cara dawî hişyar bike. Ocalan li dijî vê ji ber bersiva ‘Ez zilamekê ku xwekî hêmanên riya gelim, ez utopyaya azadî û wekheviya bi hezaran salan a gelan temsîl dikim. Em şoerşgerên azadiyê ne, nikarin bibin şoreşgerên kesekî din’ zextên DYE’yên ên leşkeri û dîplomatîk ên li ser Sûriyeyê ketin dewrê. Sûriyeya xwe li ber van zextan ne girt, ji Ocalan re got ‘Ne sekine biçe’ û Ocalan mecbûr dimîne k udi 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derbikeve. Dema ji Sûriyeyê derdikeve du rê li pêşiya wî hene. Riya Çiya û riya Ewropayê. Riya çiya dihat wateya şer zêdetir bibe. Ocalan li şûna vê ji bo ji polîtÎkayên xwe yên pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareserkirinê piştgiriyê kom bike çûyîna Ewropayê dihilbijêre. Lê dê Ewropa piştgiriya dîplomatîk a tê xwestin nede, berovajî wê dê ji Ocalan re mafê rûniştinê ne de, balefirgehan ji wî re bigirin û dê riya revandina Kenyayê vebikin. Ji ber vê herî dawî dema digihe Yewnanîstanê ligel ku mafê rûniştinê heye jî hikûmeta DYE-Yewnan bi hevkariyek veşartî dê bi zorê ji Korfu bigirin û di 2’yê Sibata 1999’an bi balefirê birevînin Kenyayê.
Ji xwe Kenya welatekî di bin denetîma DYE’yê de ye, bi gotina wan Ocalan hatiye pakêtkirin, ya maye xistina meriyetê ya tevgera teslîmkirina pakêtê bû. pêngava yekem di 4’ê Sibata 1999’an de, bi heyeta CIA ya ji çar kesan pêktê û hatin Tirkiyeyê û bi MÎT’ê re protokolek veşartî avakirin bû. Li gorî vê hema rojê Girtîgeha Îmraliyê hatiye valekirin, bi şêweyê ku de girtiyê wê tenê Ocalan be bê çêkirin û ji bo paketê teslîm bigire dê balefira Tirk û muretebatê amade bike. Pêngava duyemîn jî, li ser hikûmeta Yewnanîstanê ku bi DYE’yê re di nava hevkariyê de ye, bi ewleya ‘em ê Ocalan bibin Hollandayê’ deerxistina bexçeyê elçî bû. pêngava sêyemîn, Ocalan derxîne bexçeyê elçî, li vir bigire ji aliyê polîsên Kenyayê yên ku DYE’yê pere dane wan li wesayîtê siwar bike birevîne û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî balefira Tirk a ku bi veşartî li Balefirgeha Naîrobiyê ye bike.
Balefir destpêkê diçe Misirê û piştre jî dike Kibrisê. Li vir Ocalan li gemiye siwar bikin û di 16’ê Sibata 1999’an bînin GirtÎgeha Îmraliyê.
* Ger avakirina wê bêhiqûqî be rêveberiya wê jî bêhiqûqî ye?
Erê, her çiqas di fermiyetê de wekî girêdayî rêveberiya Tirkiyeyê hatibe nîşandan jî bi peymanek veşartî girêdayî DYE’yê ye. Gelek pêkanînên DYE’yên bi vî rengî hene û li gelek cihan cihên wan ên ji bo kesên korsan revandine veşêrin hene, girtîgeh avakirine û ev di Tîrmeha 2016’an de bi rapora Dick Marty hatibû îspatkirin. Konseya Ewropayê ji ber vê yekê DYE şermezar kiribû, ji ber Tirkiye bi DYE’yê re di nava hevkariyek bêhiqûqî de ye hişyar kiribû.
Li van girtîgehên ku wekî girtîgehên Guantanamo tên binavkirin bandora hiqûqa û qanûnên navneteweyî tune ye, bi polîtîkayên DYE’yê şekil digirin û bi bingeha kêfî ya kêşana polîtîkayên xwe tê birêvebirin. Gîrtîgeha Îmraliyê yekemîn girtîgehe, bihêlin di hiqûqa Ewropayê û qanûnên Tirkiyeyê de, derketiye holê ku ji bo DYE Ocalan bikişîne polîtîkayên xwe hemû cure pêkanîn pêk anîne. Di vê bingehê de pergala îşkenceya Îmraliyê, ne li gorî hiqûq û qanûna, li gorî polîtîkayêm DYE’yê yên di mijara Ocalan û Kurdan de bikar tîne tê birêveberin.
* Tirkiye li kudera vê cih digire?
Tirkiye tenê notirvanî û gardiyantiya van pêkanînên li Îmraliyê tên kirin dike. Tirkiyeyê heta 2005’an jî ligel ku dizanî li dijî qanûnên wanin ev îşkenceya ku berdewam dikir ji ber bertekên zêde ketibû dudiliyê. Yan dê dest ji vê rejîma îşkenceyê berde û dê qanûnên ji bo her kesê li ser Ocalan jî bidin meşandin an jî dê qanûnên xwe ji bo îşkenceya li ser Ocalan biguhertiba û riya duyemîn hilbijart. Di vê bingehê de 1’ê Hezîrana 2005 bi sererastkirinên ‘Qanûnên Ocalan’ ên xistin meriyetê Tirkiyeyê cara yekemîn mewzûata xwe di bin navê ‘Rejîma Înfaza Ewlehiya Bilind a Girankirî’ heta wê rojê rejîma ku bi fîîlî li ser Ocalan dihat bikaranîn kirin qanûn. Lê ev qanûn nedikarî îşkenceya li ser Ocalan veşêre. DMME bi biryara di 18’ê Adara 2014’an de got ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê yên li ser Ocalan îşkence û muameleya xirabe. Bi vê re bi fermî û hiqûqî hat tesbîtkirin ku Girtîgeha Îmraliyê taybet ji bo îşkenceya li ser Ocalan hatiye avakirin.
* We got biryara DMME’yê ‘Dide xuyakirin ku rejîma Îmraliyê îşkencaya li ser Ocalane’ ye, lê beriya niha revandina Ocalan erê ne kiribû?
Erê destpêkê YE’yê, di pêkanînên DYE'yê, girtina balefirgena ji bo Ocalan, nedana mafê rûnştinê, ji sînoran derxistin û ber bi Kenyayê ve birinê de alîkarî kir, lê li ser raporên CPT yên bi salan berdewam kirin û biryarên DMME’yê ev helwest nîşan daye. Nokteya bingehîn û girîng ewe ku biryara ku DMME’yê ya ji bo Ocalan bi korsanî bê revandin bû. ji bo pêşiya vê bigire di dosyaya ku Ocalan bi adilane nayê darizandin de û ji nû ve darizandinê, ji aliyê Tirkiyeyê bê rûniştinê û parastina Ocalan bêyî bê girtin li ser dosyayê hatiye girtin û Konseya Ewropayê jî ev rewş erê kiribû. Ya mayî ew bû ku ji bo hinek şertên girtîgehê bên baş kirin raporên CPT û biryarên DMME’yê ji holê rabikin dê pêşniyarên wan bimana lê Tirkiyeyê ev pêşniyar jî bi cih neanîn. Bi vê re pevajoya hiqûqî ya nîşanker jî derketibû holê.
* Ger derketibe holê ku pêvjoya hiqûqê ya li Îmraliyê riyali ye wê demê pergala Îmraliyê xwe dispêre kîjan polîtîkayê?
Erê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji qanûn û hiqûqê zedetir, polîtîkayên DYE’yê yên ji bo tasfiyekirina Ocalan û gelê kurd hatiye diyarkirin li Îmraliyê pêk dianîn. Li gorî Ocalan e polîtîka bi pergalin. Tene bi çavê polîtîkayên girtîgehên Tirkiyeyê lê mêzekirin dê rê li ber xwexapandinê veke. Pêkanînên tên kirin jî polîtîkayên ji rêzê nînin.
Dewleta tirk bi tawîzên mezin ên aboriyê, li ser bingehê tasfiyekirina xeta azadî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, di piştgirîdayîna avabûna netew-dewlet a kurd a li Iraqê de bi israre. Di van mijaran de hevdîtin tên kirin û ev her roj zêdetir derdikeve holê. Ji xwe bi DYE’yê re ev tawîz û lihevkirin bi vekirî hatibûn kirin.
Yek ji van lihevkirinên girîng, revandin û xistina Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê, bêyî mafê darizandina adilane bê nîşandan û li bin infaza bêdarizandin hiştin û tasfiyekirina tevgera azadiya kurdan a li Tirkiyeyê ye. Pêkanîna vê ya li Îmraliyê jî; Ocalan li giravekê di hucreya yek kesî de girtin, di bin şertên giran de girtin, xirakirina tendirûsitiya fîzîkî û derûnî, şikandina hêza liberxwedan û vîna ê, bi tecrîd û zextan ji riya azadiyê vegerandin bû. girtîgeha giravê ji xwe gava yekemîn a vê bû.
Yasîn Kobulan - dihaber