AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), beriya pîrozbahiya1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê bang li hemû karker û kedkaran kir ku di 1'ê Gulane de hemû qadên 1'ê Gulanê tije bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) beriya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. KCD'ê anî ziman ku 1'ê Gulanê qadeke têkoşîna hevpar a li hemberî pergala kapîtalîst û dagirkeriyê ye û wiha got: "Em vê roja girîng di serî de li hemû gelê berxwedêr, karker, kedkar, jinan, baweriyan û her kesî pîroz dikin."
KCD'ê, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye û wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de ji bo hişmendiya faşîst û yekparêzî ya li ser bingeha yek ziman, yek ol, yek netewe avabûye pêk bîne her tim li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirin pêk aniye. Niha jî bi tifaqa AKP-MHP ev hişmendiya faşîst û tekparêzî dijwar kiriye û hemû beşên civakê hedef digire. Bi darbeya 15’ê tîrmehê û piştî wê di 20’ê tîrmehê de bi îlankirina OHAL’ê êrîşî hemû beşên civakê dike û b vê re hewl dide tirsê ava bike. Ji şewitandin û wêrankirina bajarên Kurdistanê bigirin heta zilm, zext, binçavkirin, girtin û bi sedhezaran karker û kedkarên ji kar hatin avêtin, hemû cure polîtîkayên faşîzan xistin dewrê û bi vî awayî ketin nav xefleta ku wê karibin bi tirsê gel teslîm bigirin."
TÊKOŞÎNA HEVPAR PEYWIREKE DÎROKÎ YE
KCDê xwest hemû beşên civakê li dijî hemû cure polîtîkayên zext û çewisandinê bibin yek û wiha got: "Hemû beşên civakê bi rengê xwe û rêxistiniya xwe ya xweser dikarin têkoşîna hevpar bimeşînin û ev yek wekî peywireke dîrokî li li pêşiya me ye. Rêya vê yekê di têkoşîna hevpar de derbas dibe. Bi taybetî di 7’ê hezîranê de bi têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê derbek mezin li ev tifaqa faşîst hat xisgtin û wê anî ber têkbirinê. Bihara gelan di 8’ê Adarê de jinên ku qad dagirtin dest pê kir û di 21’ê Adarê Cejna Newrozê de ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi milyonan kesên daketin qadan nîşanî her kesî dan ku faşîzm mecbûrî têkçûnê ye û em dikarin bi ser kevin. Di referandûma 16’ê nîsanê de bi derketina dengê ‘Na’ tirseke mezin xist dilê AKP-MHP’ê û bi vê tirsê bi eşkere hîle kirin. Ev jî nîşan dide ku bê çawa dawiya wan hatiye. Ji bo ser vê tekçûna xwe bigirin êrîşî Şengal û Rojava kirin û bi vê êrîşê careke din rûyê wan ê dagirkeriyê derket holê. Divê roja 1’ê Gulanê ku ji rojên herî girîng û berxwedêr e, têkoşînê bilindtir bikin û roja ku hesab ji vê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê were pirsîn hatiye."
JI BO BAHARA GELAN
KCD'ê herî dawî bang li hemû karkeran kir û wiha got: "Ji bo em xwedî li vîna gel a di 8’ê Adarê, Newrozê û referandûmê de derketiye holê derkevin, careke din di serî de bajarên Kurdistanê û bajarên me neyên şewitandin û wêrankirin, dawî li zilm, zordarî girtin û jikaravêtinê were, careke din ev hişmendiya faşîst dernekeve holê û ya herî girîng jî ji bo em vê biharê bikin bihara gelan, di serî de karker û kedkar em bang li her kesî dikin ku qadên 1’ê Gulanê tije bikin."