'Gotinên Demirtaş bêjin pir girîng in'

NAVENDA NUÇEYAN - Parlamenterê CHP'ê Tuncay Ozkan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş li girtîgehê ziyaret kir û diyar kir ku fikrên Demîrtaş ên pir girîng hene û divê Tirkiye ji dil û can li wî guhdar bike. Ozkan, anî ziman ku gotinên pir girîng ên Demîrtaş hene.

Parlamenterê CHP'ê Tuncay Ozkan, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ziyaret kir. Ozkan, fikrên xwe yên der barê fikrên Demirtaş de di hesabê Twitterê de parve kirin. Ozkan, anî ziman ku fikrên Demîrtaş ên pir girîng hene û divê Tirkiye ji dil û can li wî guhdar bike. Ozkan, anî ziman ku gotinên pir girîng ên Demîrtaş hene û wiha got: "Ji bo edalet, aştî û azadiyê fikrên wî yên pir girîng hene. Slavê wî ji her kesî re heye. Divê Tirkiye bi dil û can li Selahattin Demirtaş guhdar bike."