AGIRÎ - Karkerê paqijiyê Mehmet Gun ê ku piştî tayînkirina qeyûma Şaredariya Giyadînê ji kar hat derxistin anî ziman ku, ew ji bo 2 keçên xwe yî nexweşên dilî her meh 900 TL'yî heqê dermanan dide û li dijî qeyûm bertek nîşan da.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Giyadînê hat kirin, 39 karkerên paqijiyê ji kar hatin derxistin û ji van karkeran yek jê jî Mehmet Gun ê 47 salî ye. Gun anî ziman ku, ew ji bo 2 keçên xwe yî nexweşên dilî ne, her meh 900 TL'yî heqê dermanan dide û got, qeyûm wek wî bi dehan kes mexdûr kiriye. Gun li Taxa Ataturkê rûdinê û bavê 6 zaroka ye û bêyî hincet ji kar hatiye derxistin.
‘JI BO TEDAWIYÊ 45 HEZAR TL TÊ XWESTIN'
Gun ê ku di serê hefteyê de ji kar hat derxistin, balê kişand ser pirsgirêka bêdermaniya keça xwe Ebrû ya 11 salî ku dilê wê qul e û Îdîl a 9 salî ya ku divê qalpaxa ser dilê wê bê guhertin. Gun ji bo tedawiya keçên xwe ji xêrxwazan daxwaza alîkariyê kir û wiha got:"Ji kar hatim derxistin, nizanim ez ê çi bikim. Ji bo tedawiya 2 keçên min 45 hezar TL dixwazin. Ez ê di van şert û mercan de vî pereyî çawa bibînim. Ji xwe ji bankeyê re deyndarê krediyê me û hem jî deyndarê amûrfiroş im. Ez biçim kuderê, me karê xwe bi derengî nedixist. Ez li 6 zarokan dinerim, sûcê me çi bû ku me ji kar derxistin."
'EM Ê NIHA ÇI BIKIN?'
Hevjîna Gun, Adûl Gun (42) jî li dijî derxistina kar a hevjînê xwe bertek nîşan da û wiha axivî:"Her 2 keçên min jî nexweşên dilî ne, komek deynê me heye. Em ê çi bikin? Wê hevjînê min çawa dermanê keçên me bikire, tu perê me jî tune ye."