NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojava Medya M. Emîn Yildirim, bal kişand ser êrîşên TSK'ê yên li herêma Şengal, Rojava û Têkiliyên PDK'ê. Yildirim, anî ziman ku êrîşa li dijî Şengalê ji bo PDK'ê rûreşiye û bi vê bêdengiya xwe xizmetê ji fermana li dijî êzîyan dike.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim, di quncikê vê hefteyê de bal kişand ser êrîşên TSK'ê û hevkariya PDK'ê. Yildirim anî ziman ku dewleta Tirkiye di 25’ê Nîsanê de bi awayekî hemwext bi balafirên şer hem Şengal hem jî Qereçox bombebaran kirin û wiha got: "Li hemberî van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê mirov matmayî namîne. Ji ber ku dewleteke dagirker e. Ne tenê di roja îro de ji dîrokê vir ve li ser gelê kurd her tim komkujî, zext û zordarî bi pêş xistiye."
Yildirim, anî ziman ku Tirkiye, tu caran ne hebûn ne jî azadiya gelê kurd qebûl nekiriye û wiha cih da nivîsê: "Ev dijminatiya hovane ya dewleta dagirker a Tirkiyeyê tê zanîn û ji bo vê tiştekî ku mirov bibêje dê tune be. Li hemberî vê dijminatiya hovane tenê rêyek heye. Ev jî bê navber û her tim mirov di nava têkoşînê de be. Hem ji berxwedanê tawîzê nede hem jî ev rûyê wan ê dagirkerî û hovîtiyê bi mirovahiyê bide fêmkirin. Lê di vê êrîşa li ser Şengal û Qereçoxê de helwesta PDK’ê? Bi rastî PDK li hemberî van êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê li ser Şengal û Rojava dê bikare çi bibêje? Di van êrîşên li ser Şengal û Qereçoxê de rasterast bi dewleta dagirker a Tirkiyeyê re hereket kirine. Hem ji êrîşên li ser Şengalê hem jî ji êrîşên li ser Qereçoxê agahdar in û destek daye van êrîşan. Jixwe PDK vê rastiyê bi şêwazekî pir vekirî jî qebûl dike. Hîç fedî û şerm nakin û dibêjin “hedef ne em bûn, bi şaşîtî li me dan”."
ŞENGAL JI BO PDK'Ê RÛREŞÎ YE
Yildirim, di berdewama nivîsa xwe de helwesta PDK'ê rexne kir û wiha dirêjî da nivîsê: "Şengal ji bo PDK’ê rûreşiyek e. Bi wê helwesta xwe tê zanîn bê ka çawa xizmeta Fermana 73’yemîn a bi destê DAIŞ’ê pêk hat, kir. Ên ku hiştin Fermana 73’yemîn ya bi destê DAIŞ’ê pêk hat, nîvçe bimîne û careke din rê dan ku PDK xwe li Şengalê bi cih bike gerîlayên Kurdistanê û YPG bûn. PDK çi zû ev rastî ji bîr kir û niha jî hîç fedî û şerm nake, hem dibêje bila gerîlayên Kurdistanê ji Şengalê derkevin hem jî koordînatan dide dewleta dagirker a Tirkiyeyê ku li ser Şengalê êrîşan pêk tîne û bi balafiran bombebaran dike. Heman tişt ji bo Qereçoxê jî derbasdar e. Bi ser de jî li ber çavê her kesî û bi awayekî pir vekirî rojane, belkî jî saet bi saet serokwezîr, serokomar û MÎT’a Tirkiyeyê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan re her tim di nava danûstandin û tekiliyekê de ne. Nêçîrvan çû Stenbolê. Dîsa careke din hesab û planên çi komkujî û êrîşan bi dewleta dagirker a Tirkiyeyê re li ser kurdan bikin ne diyar e. Wexta mirov carekê îxanetê dike, êdî di îxanetê de sînor tune ye. Lê ev yek aşkera ye ku ev aqil û siyaseta PDK’ê ji bilî windakirinê dê tiştekî pê nede qezenckirin. Lê bi vê siyaseta xwe ya rûreşiyê dê têkçûna xwe leztir bike. Ev çi israr e ku di nava îxanet û komployê de ne. Eger tiştekî wisa tune ye, bila wê demê ji bo gelê kurd û raya giştî helwesta xwe diyar bikin."
DYA ŞERMEZAR KIR, LÊ PDK'Ê DESTEK DA TIRKIYE
Yildirim, herî dawî xwest her kes li hemberî sekna PDK'ê xwedî helwest bin û wiha dawî li nivîsa xwe anî: "Di vê mijarê de mirov li hêviya bersivekê be jî ne rast e. Çima ku helwesta PDK’ê diyar e. Amerîka û Rûsya jî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Qereçoxê şermezar kirin, lê PDK’ê destek da van êrîşan. Di vê mijarê de gelê kurd û hemû kesên li Kurdistanê, êdî pêwîst e vê xetereya PDK’ê bibînin û li hemberî PDK’ê xwedî helwest bin. Bi cesaret û bi bawerî li her derê û her tim hesab ji PDK’ê bixwazin ku rê li pêşiya vê xetereya wê bigirin."