ŞIRNEX - Li herêma çiyayê Kato ya di çoltara navçeya Elkê de ye pevçûn rû dan û di encamê de leşkerek û cerdevanek birîndar bû.
Li herêmên Besta, Kato Jîrka, Gabar, Cûdî û Metîna yên di çoltarên navçe û navenda Şirnexê de ye operasyonên hemwext a ji aliyê leşkeran ve di 18’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin berdewam dikin. Duh danê êvarê li herêma çiyayê Kato ya gelek leşker û cerdevan beşdarî operayonê dibin bi HPG’iyan re pevçûn derket û di encamê de leşkerek û cerdevanek birîndar bûn. Gelek leşker jî sewqî herêma ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin hat kirin.
Li gorî daneyên fermî yên hatine ragihandin li herêmên operasyon hatine destpêkirin di 10 rojên dawîn de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek leşker jî birîndar bûne.