ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag peyama 1'ê Gulanê şand û diyar kir ku pêyî li dîwar û hesinên girtîgehê guhdar bike dê bêhna xwe li qadên 1'ê Gulanê li cem karkeran bidin û bistînin.
Hevseroka Giştî ya HPD'ê Figen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira peyama 1'ê Gulanê şand. Yuksekdag silav ji kedkarên jin û mêr re şand û wiha got: "Slav ji jin û mêrê kedkar ên ala geş a berxwedan û piştevaniyê danaxin xwar. Cejna azadî û rumetê 1'ê Gulanê li kesên ji zextan, metîngeriyê û zilmêre dibêjin "Na" pîroz be. Silav ji jin û mêrên ku ala geş a piştevanî û raperînê qet danaxin xwar.
Em dê di 1'ê Gulanê de bêyî hezin û dîwarên girtîgehê nas bikin bêhna xwe li qadan mi cem we bidin û bistînin. Silav ji kesên ku dimeşin heqiqet û mutlaqiyetê re. Silav ji kesên bi rûmeta xwe kedê diparezin. Silav ji cejna kedkar, karker û bindestan 1'ê Gulanê re."