SEMSÛR - 4 cenazeyên ku tê îdîakirin aîdî HGP’iyên li bejahiya Yazibaşi-Çamyurdu Gomukan jiyana xwe ji dest dane anîn Semsûrê.
Hat îdîakirin 4 cenazeyên aîdî HGP’iyên li bejahiya Yazibaşi-Çamyurdu Gomukan ên girêdayîn navenda Semsurê ne jiyana xwe ji dest dane anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Zanîngaha Semsûrê.
Di nûçeya ku çapemeniya herêmê derbas kiriye de hat diyarkirin ku cenaze aîdî Velî Temîrcî yê bi kot Rênas, Nurhak Elbîstan bi kot Firat Berkpinar, Alî Norşîn bi kod Şefîk Korman û Bezar Elçî bi kod Abuzer Arica ne.
Piştî operasyonê di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn de hatibû gotin ku li bejahiyên gundê Yazibaşi, Kayatepe, Akçali yên girêdayîn navendê ne û bejahiya herêma navçeya Komurê 15 rojan wekî “herêma ewlehiya taybet” hatiye îlankirin.