Rojnameya Îpekyolu mohr kirin

WAN - Rojnameya Nûçeyan a Îpekyolu ku bi KHK'ê hat girtin mohr kirin.

Rojnameya Nûçeyan a Îpekyolu ku di sala 2010'an de bi hişyariya "Ji bo Tirkiyeyek demokratîk" dest bi weşanê kir, duh KHK'ya dawî hat girtin. Piştî rojnameya Îpekyolu ku li Wanê weşane dike hat girtin, îro avahiyawê hat mohrkirin. Karmendên maliyê di bin ewlehiya polîsan de deriyê avahiyê mohr kirin.