Nar-Der: Me her meh alîkariya 800 malbatî dikir

MÊRSÎN - Li Mêrsînê serokê komeleya Nar-Derê ya ku her meh alîkariya 800 malbatî dikir, Bedrettîn Gundeş anî ziman ku, girtina komeleya wan ji bo Mêrsînê windahiyek e û wiha got:"Pêşnûmaya ku Wezareta Polîtîkayên Xebat û Civakî jî piştevaniya wê kir û ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hat qebûlkirin jî, nîvçe ma."

Di 11'ê mijdarê de di çarçoveya maddeya 11'emîn a Qanûna OHAL'ê de li 39 bajarî faaliyetên 370 komeleyî ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn hatin rawestandin û bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di 22'yê mijdarê de hat derxistin re jî, gelek komele hatin girtin. Ji van komeleyan yek jê jî li Mêrsînê Komeleya Têkoşîna Bi Xizaniyê Re û Pêşvebirinê (Nar-Der) bû. Serokê Nar-Der a ku piştevanî û alîkariya gelek malbatn dikir, Bedrettîn Gundeş got, ew şert û emrcên awarte dijîn û divê Tirkiye demildest vegere şert û emrcên asayî.

‘HEMÛ HEVGIRÊN BAJÊR PESARIYA WÊ DIKIRIN'

Gundeş dest nîşan kir ku, di pêvajoyên awarte de bi her awayî derhuqûqî pêk tên û got, girtina komeleya wan ew xe cudahiya ziman, ol û nîjadê bike piştevaniya hemû xizan û hejaran dikir û wiha got:"Ji vê komeleyê em pir bi hêvî bûn, tevî hemû hevgirên bajêr, rewşenbîr, akademîsyen, saziyên civaka sivîl me xizan tespît dikirin û heta ji destê me dihat me alîkariya wan dikir." Gundeş dest nîşan kir ku, wan her meh bi awayekî nîzamî alîkariya 800 malbatî dikir û wiha axivî:"Di mehên Remezanê de pakêtên alîkariyê dihatin belavkirin, em difikirîn ku divê ev ne piştevaniya bi xizaniyê re be, divê her tim pêk bê. Me bi hemû dînamîkên bajêr re, ji bo em salê 12 mehan alîkariya xizanan bikin me komeleyek ava kir."

‘ME DIXWEST EM JI BO KESÊN DEZAVANTAJÎ BIBIN HÊVÎ'

Gundeş dest nîşan kir ku, ji bo ew li dijî xizaniyê têbikoşin, wan pêşnûmayek amade kiribû û wiha got:"Pêşnûmaya Yekîtiya Ewropayê; me ev pêşnûma bi piştevaniya Wezareta Polîtîkayên Xebat û Civakî berpêşî Yekîtiya Ewropayê kir û piştî di 3 meheleyan re derbas bû hat qebûlkirin. Em bi heycan û hêviyeke mezin li benda vê xebatê bûn. Em çûn Enqereyê, me pêşnûma îmze kir û hemû prosedurên pêşnûmayê hatin temamkirin. Bi qasî 280 hezar EÛRO pere ket hesabê Nar-Derê. Wê bi vî pereyî re li Mêrsînê modelek çêbibûna." Gundeş dest nîşan kir ku, mebesta wan ew bû ku mirovên dezavantajî daxilî wê pêşnûmayê bikin û wiha got:"Piştî perwerdehiyekê em yê wan bikira xwediyê kar. Me yê qadên akrî biafirandana. Em ê ji bo kesên dezavantaj bibûnan hêvî."

‘EM Ê TÊKOŞÎNA HUQÛQÎ BIDIN'

Gundeş dest nîşan kir ku, girtina komeleya wan ji bo Mêrsînê wendahiyeke mezin e û got, girtina komeleyê derhuqûqî ye. Gundeş diyar kir ku, ji bo ew komeleya xwe vebikin, ew ê têkoşîna huqûqî bidomşnin û got, bi dawîbûna OHAL'ê re ew hêvî dikin ku dubare faaliyetên komeleya xwe bidomînin.