NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrîşa hewayî ya TSK'ê li ser Şengal û Karaçoxê pêk anî, kurdan li ser tora civakî, bi daxwaza "Kurdên Suriyê doza parastineke navneteweyî dikin" kampanyaya “#Noflyzone4Rojava” dan destpê kirin. Kampanya rastî eleqeyek gelek mezin tê.
Piştî TSK'ê di 25’ê Nîsanê de bi balafirên şer îrîşî Qereçoxa Dêrikê Kantona Cizîrê û Şengalê kir, kurdan ji bilî xwepêşandanan li ser tora civakî jî ketine nav lêgerînê. Kurdên Rojava ji bo pêşiya êrîşên Tirkiye bigirin û sînorên Rojava ji hêla hêzên navneteweyî ve weke heremekî parastinê bê parastin û qada hewayî li balafirên şer bên qedexekirin dest bi kanpanyayê kirin. Çalakvan û siyasetmedarên kurd li ser malpera civakî dest bi kampanyayek berfireh kirin. Kampanya bi nave “#Noflyzone4Rojava” bi 8 zimên kurdî, erebî, îngilîzî, denîmarkî, holendî, siwêdî, elmanî û tirkî hat destpêkirin û belav dibe.
Ji 9 milyon haştagî derbas bû
Kampanya ku 4 roj berê dest pe kir, li gelek welatan belavbû û rastî eleqeyek gelek mezin hat. Ligel armanca kampanyayê daxwaz ji hêzên koalisyonê yên navneteweyî û bi taybetî jî ji Amerîkayê tê xwestin jî, Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekîtiya Amerîka (DYA) yê Jimes Mattîs jî, hem li ser hesaba xwe ya twitter hem jî bi daxuyaniyeke kurt, piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihand û diyar kir ku ev daxwazek mafê wan a herî xwezayî ye û yê tevlî vê kampanyayî dibin nameyan bişînin Wezareta Karê Derve ya Amerîka yê. Ev kampanya ku hêj jî bi weşandina haştag a li ser tora civakî berdewam dike, tê gotin ku ev kampanya di cîhanê de gihiştiye dereceya 5’emîn ku di demeke kurt de ya herî zêde haştag hatine belavkirin e.