Nerazîbûna li dijî êrîşên Tirkiye zêde dibe

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Şêniyên Kantona Cizîrê li dijî êrîşên TSK'ê yên li Rojava û Şengalê meşiyan û êrîşên Tirkiye şermezar kirin.

Bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê berê xwe dan bajarê Dirbêsiyê û tevlî meşa girseyî bûn. Piştî ku girseya gel a ji bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir, Amûdê, Zurgan û Dirbêsiyê li Çerxeriya Serêkaniyê hatin cem hev dest bi meşê kirin. Meşvanên ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, al û sembolên pêkhatyên Rojava û pankartên bi nivîsên "Gelê Kurd dê bersiva îxaneta Barzanî bide", "Bijî berxwedana Rojava", "Bakurê Sûriyê û Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ, Erdogan û xiyaneta PDK`ê û ENKS`ê, Hêzên li hemberî Erdogan nesekine hevkarê wî ye", "Dijberiya Erdogan û topbarana wî ya hovane nikare şoreşa me vemirîne", "Na ji destwerdana Tirkiyê ya faşîst ku li Bakurê Sûriyê pêk, Êrîşa li ser Rojava di encama rêkeftina Erdogan û Barzanî de ye", "Na ji dagirkeriya Tirk re", "YPJ/YPG`ê me diparêzin parastina me dikin" vekirine.

Girseya gel ku bi hêrs li dijî êrîşên TSK'ê û Hikûmeta AKP'ê dirûşm berz kirin û meşiyan. Meşvanan bê navber diruşm berz kirin û meşa xwe dewam kirin. Hat plan kirin ku meş li Qamişlo bigêje hev û li vir mîtîngê pêk bînin.