MELETÎ - Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ê ku di loqmeya Kemal Kurt ê ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de axivî, diyar kir ku kesên ku li meclîsê ji bo tezkera şer destê xwe rakirin ger wêrekiya we hebe berê xw ebikin çavên dayîka Kemal û guh bidin nalîna wê.
Ji bo Xwendekar^Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut di 21'ê Adarê de dema ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe hatibû li ser cadeya Evrîm Alataş de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin li taxa Dolantepe ya navçeya Battalgazî ya Meletiyê mewlût hat dayîn. Serokwekîla Hevserokên Giştî yên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, parlamenterê Semsûrê Behçet Yildirim, hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş, hunermend Ferhat Tunç û Servet Koçakaya tevlî mewlûdê bûn. Her wiha gelek welatiyên li navçeyên derdorê hatine mewlûd ziyaret kirin.
GOK ŞAHIDIYA XWE VEGOT
Edîtorê dihaberê Abdurrahman Gok ku wêneyên qwetilkirina Kurkut kişandibûn jî malbat ziyaret kir. Rojnameger Gok di dema hevdîtina bi bira û dayîk Kurkut Sîncan Kurkut re kêliyên bi hestiya hatin jiyîn. Edîtorê me Gok tiştên wê rojê hatin jiyîn ji malbatê re vegot. Ji bexçeyê nalîn lê bilind bû Ferhat Tunç strana li ser qetlîama Dersimê hatiye çêkirin got. Di kona li kolanê hatiye vedan de piştî Pîrên Elewî dua xwendin xwarina mewlûdê hat belavkirin.
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, diyar kir ku ew êşa Kemal ê ku xwest çoşa Newrozê bi gel re bijî dijîn û wiha axivî: “Mixabin carek din zilm û yezîdan, Dehaq û Nemrudan xwîna me rijandin. Ev Kerbela ye. Rejîma OHAL’ê navê kujerên ku li derve digerine. Kesên li meclîsê destê xwe ji bo tezkereya şer rakirin, ger piçek wêrekiya we hebe werin û li çavên Dayîka Kemal binêrin û guh bidin nalîna wê. Sozek me ya ji bo dayîkan heye, heta em wê sozê bicih neyînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dê ew roja ku em mizgîniya azadî, wekhevî û dadê bidin dayîka Kemal û hemû dayîkan.”
Piştî axaftinan gora Kurkut a li Goristana Toptaş hat ziyaretkirin.