Girtiyên PKK û PAJK'î: 1'ê Gulanê li tevahiyî cihanê pîroz be

STENBOL - Li ser navê girtiyên PKK Û PAJK'î Denîz Kaya daxuyaniyek parvekir û 1'ê Gulanê Roja Kedkaran li tevahiyê cihanê pîroz kir.

Girtiyên PKK û PAJK’î yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dimînin bi minasebeta 1’ê Gulanê Roja Kedkaran daxuyaniyek nivîskî dan. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ew 1'ê Gulanê roja karkerên-kedkarên cîhanê pîroz dikin.

Kaya, da zanîn ku piştî her zivistanekê biharek tê û wiha got: “Di biharê de jî xweza ji nûve aj dide. Ji bo gelê Mezopotamya û Anatolyayê 1'ê Gulanê ne tenê roja kedkaran e. Li hemberî kedxwaran û mêtîngeran roja berxwedanê ye. Li hemberî bêmafî û bêdadiyan serî rakirine. Çawa ku di demsala zivistanê de tovên xweza pê zindî dibe di nav berxwedanê de bûn, bi teybetî jin û piştre jî tevahî kednas-kedkar di nav berxwedanekî bê hempada ne. Ev berxwedana di mirovmayînê de tê israrkirin jiyana azade. Li Tirkiyeyê wate û nirxê kedê tuneye. Politikayên îktîdar-dewletê li ser mîjoktiya kedê û mêtîngeriya kedkariyê hatiye avakirin. Ji bo bê edeletî û bêmafî neyê kirin divê di pêşengiya jin û ciwanan de em wekî karkerên azadiyê, karkerên avakariyê berxwedanê bilind bikin.”

ROJA 1'Ê GULANÊ LI CÎHANÊ PÎROZ BE

Kaya, anî ziman ku ew wekî girtiyên PKK-PAJK'î li zîndanên Kurdîstanê û Tirkiye yên bi biryar, vîn û awaza xwe ya berxwedanî 1'ê Gulanê roja karker-kedkarên cîhanê li tevahî dayîkan pîroz dikin û wiha axivî: “Dîsa vê rojê li tevahî kedkarên cîhanê û bi teybetî jî şoreşgerên azadiyê pîroz dikin. Bi dil û can 1'ê Gulanê li serok Apo pîroz dikin. Em hêzên ku civak, jin û ciwanan mehkumî bê kediyê, bêdadî û bêmafiyê dike lenet dikin. Dê hêvî, hewl û berxwedana ked û azadiyê teqez ser bikeve. Bijî 1'ê Gulanê, Bijî kedkarên cîhanê."