DERSIM - Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) li ser gotina dê îsal qeyûm Mihrîcana Mûnzûrê pêk bîne, daxuyanî da û diyar kir ku ew destûr nadin qeyûm tayînî Mihrîcana Mûnzûrê bikin.
Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), têkildarî Mihrîcana Munzûrê ku her sal ji aliyê Şaredariya Dersimê ya DBP'î ve dihat lidarxistin, li ser gotina dê îsal qeyûm Mihrîcana Mûnzûrê pêk bîne, daxuyanî da. Piştî hevşaredarên Dersimê hatin girtin û Waliyê Dersimê Osman Kaymak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin, hat gotin ku dê qeyûm 17'emin Mihrîcana Munzurê pêk bîne. Têkildarî mijarê DEDEF'ê daxuyanî da diyar kir ku ew destûr nadin qeyûm tayînî Mihrîcana Mûnzûrê bikin. DEDEF'ê bi ser navê "Ne Mihrîcana Qeyûm, mihrîcana Gel" daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku hevşaredarê Dersimê ku bi vîna gel hat hilbijartin bi awayekî neheq hat binçavkirin û bi awayekî bê hiqûqî hat girtin û wiha got: "Waliyê Dersimê bi riya qeyûmê bûye wekîlê şaredariyê. Heman feraset dixwaze qeyûmê tayînî Mihrîcanê jî bike. Em destûr nadin ku qeyûm tayînî mihrîcanê bike.
Gel mihrîncana ku bi destê dewletê pêk bê nas nake. Mihrîcan ya gelê Dersimêye. Amadekariya mihrîcanê berpirsiyariya DEDEF û saziyên sivîl ên civakî ne.
Dixwazin mihrîcanê bikin terora dewletê. Em bang li gel û partiyên siyasî dikin ku li mihrîcana xwe xwedî derkevin. Em qebûl nakin ku qeyûm tayînî moral û coşa gel bê kirin. "