Beştaş: Em bi hêztir û xurtirin

EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li welat pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û wiha got: “Em bihêztir û xurtirin. Me li hundir berxwedana xwe mezin kir. Em ê serbikevin.”

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku ji doza girtî dihat darizandin hat berdan ji aliyê gelê Edeneyê ve biç epik û gulan hat pêşwazîkirin. Beştaş ku li ber avahiya HDP’a Edeneyê hat pêşwazîkirin derbazî avahiya partiyê bû. Beştaş li vir ji gel re axivî, da zanîn ku AK Partî ji bo pêşî li xebatên “Na” bigire ew “rehîn” girtine û wiha got: “Em bi serbilindin. Ji vir ‘Na’yek xurt derket. Me çawa li derve li berxwe da li hundir jî wiha li ber xwe da.”

Beştaş, diyar kir ku êdî Tirkiye wekî berê nîne û wiha axivî: “Pêvajoyek nû destpêkiye. Ji ber AKP ji me ditirse em ‘rehîn’ girtin û ev pêvajo hêjî berdewam dike. Em bihêztir û xurtirin. Em li hundir jî berxwedana xwe mezin kir. Em ê biserkevin.”