Ji ber ku nekarîn mirinan bidin sekinandin xemgîn in

AMED - Dayikên Aştiyê beriya salekî ji bo şerê li navçeya Sûrê bidin rawestandin di rojên ewil de çûn navçeyê 10 rojan man û ji destê wan hat kirin lê nekarîn mirinan rawestînin xemginiya vê yekê hê jî dijîn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku qedexeya herî dirêj a cihanê hate jiyîn 103 rojan şerên dijwar qewimî. Li 6 taxên navçeyê qedexe saleke berdewam dike û ji navçeya dîrokî tenê enqaz maye. Pişti ku Tahîr Elçî di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling hate qetilkirin qedexe hat îlankirin bi hezaran leşker û polîsan Sûr dorpêç kirin û bi çekên giran êrîşî navçeyê kirin. Ji bo li pêşiya şer bigirin 16 endamên Dayikên Aştiyê weme mertalên zindî çûbûn navçeyê. Dayikên ku di 1'e kanûna 2015'an de çûn navçeyê 10 rojan di bin êrîşê de man. Ji bo sekinandina êrîşan, pêşîlêgritina şer dayikên ku çûn navçeyê tiştên ku dîtin şahidbûnên xwe anîn ziman.


'MIN CANÊ XWE JI BO BERXWEDÊRAN KIR MERTAL'

Dayika bi navê Hîdayet Ay a 70 salî ya çûbû Sûrê beriya ku tiştên li Sûrê dîtiye vebêje got ku wê nîvê emrê xwe di têkoşîna aştiyê de derbas kirine û ew ê emrê xwe yê mayî jî ji bo vê derbas bike. Ay a ku di 93'yan de hevserê xwe li Farqînê di kuştinên kiryar nediyar de winda kir got ku bi salan li dijî pêkûtî, şîdet û tehdîdan li ber xwe daye. Ay da zanîn ku ji ber pêkûtiyan kurê wê tevli refên PKK'ê bûye û 10 sal in kurekî wê jî li girtîgehê ye. Ay şahidbûn3en xwe yên Sûrê vegot.

Ay bilêv kir ku ew Sûrê her tim bi kolanên wî yên teng, paşeroj, berxwedan û xweşikbûna xwe ve dizane û dema ku ketine navçeyê li aliyekî barîqat li aliyê din jî berxwedêrên 15-20 salî dema ku dîtiye hestewar bûye. Ay a ku gotina "Yên ku li Sûrê li ber xwe didin tenê ji bo Sûrê li ber xwe nadin, Sûrê ji bo hemû kesan li ber xwe dide" bi kar anî anî ziman ku ji ber ku xwestiye tiştekî bike û mirinan rawestîne bûye mertala zindî û wiha berdewam kir: "Ez 70 salî me, min gelek zilm, rondikên çavan û êş dît lê hovîtiyekî bi vî rengî nedît. Sûr serobino kirin. Beriya çend rojan çûm Şirnexê ew der jî serobino kirine. Bifikirin ku hê jî nahêlin em bikevin Sûrê."

'DÎSA BE EZ Ê DÎSA BIKIM'

Ay got ku ew di 70 saliya xwe de bûye şahidê tiştên ku li Sûr, Cizîr û Şirnexê qewimîne û dê tu caran vê yekê ji bîr neke. Ay wiha berdewam kir: "Dê zarokên biçûk vê yekê çawa ji bîr bikin. Ez 70 salî me û tu caran jî poşman nînim. Em e heta dawî vî têkoşînê bidomînin. Çi dibe bila be. Me li Sûrê mirin ranewestan lê baweriya xwe ya ji bo aştiyê winda nekir. Ji bo Sûrê careke din be jî ez ê dîsa biçim. Li dijî şer em ê bi israr aştiyê biparêzin."

'JI BO BIBIN QASIDÊ AŞTIYÊ EM ÇÛN SÛRÊ'

Dayika Duriye Oncel a 60 ya ku çûbû Sûrê jî got ku ew bi laçikên xwe yên spî ve xwestine bibin qasidên aştiyê ji bo vê yekê çûne dema ku çûne navçeyê qedexe hatiye îlankirin lê li dijî qedexeyê li navçeyê mane û li çareseriyê geriyane. Oncel wiha axivî: "Li Sûrê salek e qedexe didome. ev dilê me dişewitîne. Li wir zarokên biçûk hatin qetilkirin. Tansiyona min heye. Lê li wir dermanek jî nexwar. Wateya Sûrê ji bo min cuda ye. Oncel got ku Sûr ji bo wan her tişt e yên ku Sûr şewitandin dê rojekî hesab bidin.