'Armanca dikin ku kurdan feqîr bikin û bi xwe ve girê bidin’

AMED - Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşikê ku li Amedê alîkarî didin 30 hezar kesen û bi biryaranameyê hat girtin Mehmet Şerîf Camci, diyar kir ku programa dewletê ya ji bo çewisandina aboriya herêmê; Feqîr bike, alîkarî bide û bi xwe ve gire bide ye.

Yek ji komeleyên ku bi biryarnameya KHK’ê deriye wê hat mohrkirin û piştre bi fermana Waliyê Amedê hatin girtin, Komeleya Sarmaşikê ye. Komele her mehê alîkarî dida 30 hezar kesî. Biryara girtinê ku beriya zivistanê bi hezaran malbat mexdûr kir, ligel ku derdor bertek nîn didin jî komele hat mohrkirin.

Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşikê Mehmet Şerîf Camci, diyar kir ku biryar binpêkirina mafane û wiha got: “Dewletê li dijî kurdan polîtîkaya ‘Feqîr bike, alîkarî bide û bi xwe ve bide girêdan’ bikartîne. Mohrkirina cihê me yê ku me kare ku diviyabû dewlet bike dikir nayê qebûlkirin û ev sûce. Kare me yê ku bi dildariyê dihat kirin tu saziyên dewletê ne dikirin. Tu komele wekî komela me zelal û bi awayekî baş xebatên xwe ne didan meşandin. Me di 8 salan de gelek proje pêk anîn, her wiha me bi Projeya Piştgiriya Perwerdehiya Zarokan, Projeya Tendirûstiya Jinan, Projeya Wêneyên Sarmaşikê, Projeya Sînorê Birçîbûn û Feqîrtiyê ya Amedê, Projeya Bankaya Xurekan a Sarmaşikê, bêyî cudahî bê kirin alîkarî da 5 hezar û 400 malbatan û me 180 hezar car xwe gihand 32 hezar kesan.”

‘FERQÎRTIYA KURDAN XWEZAYÎ NÎNE’

Camci, bi lêv kir kuferqîrtiya kurdan ne feqîrtiyek xwezayî ye û wiha pêde çû: “Em bi feqîrtiyek ku bi deste dewletê tê kirin re rû bi rû ne. Herêm, herêmek zengîne feqîrtiya li herêmê mirovan dide hizrandin. Bi polîtîkayên koberiyê re polîtîkayên feqîrkirinê jî xistin dewrê û dixwazin bi birçîbûnê gel bi edeb bikin. Dixwazin bi feqîrkirinê kurdan ji civak, çand û hemû aliyên xw eben durxistin û mudaxeleyî geşedanên siyasî yên di nava civakê de bikin.”

Camci, destnîşan kir ku di xebata wan a Nexşeriya Feqirtiyê ya Bajar a ku wan li Amedê pêk anî de polîtîkayên dewletê yên feqîkirinê kîjan encam derxistine dîtine û wiha domand: “Encama vê xebatê ya herî balkêş kîjan bû hûn dizanin. Me dît ku ji ferqîrtiyê wêdetir 5 hezar malbat li ser sînorê birçîbûnê ne. Me dît ku ger danekê alîkarî ji vab 5 hezar malbatan re neyê dayîn bi birçîbûnê re rû bi rû dimînin. Ev lêkolîn beriya ku Sûr bê hilweşandin hatibû kirin.”

HEWLDANÊN DEWLETÊ YÊN JI BO AMEDÊ

Camci, da zanîn ku bi awayekî giştî feqîrkirina herêmê, ji bo Amed ji pozisyona xwe ya navendî bê xistin xebatên wan ên tên kirin êdî nayên veşartin û wiha got: “Ez ê ji bo vê îspat bikim dê çavkaniya xwe ji daneyên Rêxistina Plankirinên Dewletê bikar bînim. Di navbera salên 2002-2007’an de me Veberhênanên Ji bo Bajaran hatine kirin lêkolîn kirin. Me Amed, Mêrsîn, Semsûr û Kocaelî ji ber nifûsên wan hemanin anîn ber hev. Di anîna berhev a hemû qadên veberhênanan de me dît ku ferqek pir mezin heye. Mînak di sektora turîzmê de di 5 salên dawî de li Amedê pîvana veberhênana giştî 0 TL ye.”

Camci, anî ziman ku ew di ferqa feqîrtiya ku dixwazin bi deste dweletê li kurdan bidin jiyîn de ne û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybet li cihên ku pêvajoya têkoşînê lê hatin jiyîn dixwazin gelê me ji wan cihan koçber bikin û ji ber vê rastî hemû cudakariyan tên. Di zeviyan de bi sedan kedkarên demsalê yên kurd dijîn. Divê cudakarî, trajediya ferqîrtiya kurdan bê dîtin. Hemû gelê kurd mexdûrê înkar û îmhayê yên feqîrtiyê ne. Polîtîkayên feqîrkirinê yên ku bi deste dewletê li ser kurdan tên meşandin divê wekî sûc bê destgirtin. Dê rojekê dîrok û gelên mexdûr hesabê ji wa bixwazin. We çima Sarmaşik girt? Ma hûn ev qas zalim û bêwijdan bûne? Lê me çawa bi Sarmaşikê xwest birînên xwe bipêçin em ê niha jî ji we merhametê ne xwazin. Emê cong ne deynin. Em ê çi bikin? Em ê li dijî zaliman, mezlûman çi kiriye wê bikin, em ê li ber xwe bidin û em ê di dawiya vê berxwedanê de biser bikevin.”