Li Edenê û Sêrtê 5 kes hatin kuştin

EDENE/SÊRT - Li Edeneyê Ahmet Albayrak ji malbata xwe 4 kes kuştin. Li Sêrtê jî ciwanê bi navê M.O.K. jina 18 salî N.B. kêr kir û kuşt.

Li Taxa Dokuztekne ya Navçeya Ceyhana Edeneyê welatiyê bi navê Yusuf Albayrak ji malbata xwe 4 kes kuşt. Yusuf Albayrak, bi debançeyê birayê xwe Mustafa û Ahmet Albayrak da ber guleyan û kuşt. Yusuf Albayrak, piştre hevserên birayên xwe Gulsum û Teslime Albayrak da ber guleyan û kuşt. Zarokê 9 salî Furkan Albayrak jî birîndar kir. Yusuf Albayrak, li cihê bûyerê hat binçavkirin.

LI SÊRTÊ JÎ CIWANEKÎ HEVALA XWE KUŞT

Li Sêrtê jî ciwanê bi navê M.O.K. hevala xwe ya 18 salî N.B. ku diçû yûrdê bi kêrê kuşt. M.O.K ku hevala xwe kuşt, ji cihê bûyerê reviya. M.O.K, piştre hat binçavkirin. Cenazeyê N.B. jî ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.