Kurdên Lubnanê êrîşên AKP'ê şermezar kirin

BEYRÛT – Bi hezaran Kurdên li Lubnanê dijîn, bi meşekê êrîşên TSK'ê yên bi balafirên şer li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn şermezar kirin.

Li gorî nûçeya ANHA bi hezaran kurdên li Lubnanê bi aalên YPG/YPJ/TEV-DEM'ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di Qereçoxê de jiyana xwe ji dest dan rakirin û bi dirûşmeyên ¨Qatil Erdogan, Bijî berxwedana gelê Rojava¨ meşiyan. Kom heta pêşiya navenda NY meşiyan û li vir rêz hat girtin. Piştre li ser navê Rabîteya Newroz ya Çandî Cemal Hesen axivî û êrîşên AKP'ê yên li ser herêmên Rojava û Şengalê şermezar kir û wiha got: "Armanca Erdogan dagirkirina Sûriyê û Iraqê ye." Endamê TEV-DEM'ê Ednan Şêxo jî axivî û anî ziman ku Tirkiyê ji serkeftinên QSD'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê tirsiya, ji ber vê bi awayekî veşartî destûr ji Amerîka, Rûsya û PKD'ê wergirt û bi hinceta şerê li dijî PKK'ê, êrîşî herêmên Rojava û Şengalê kir.

Şêxo, bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku Bakurê Sûriyê wekî herêmeke bi ewle ragihînin, da jiyana sivîlan were parastin.