Leşkeran pira gundê got 'Na' xera kir

ŞIRNEX - Leşkeran pira Gundê Bilbês ê Navçeya Elkê ji ber di referandumê de dengê "Na" derket xera kir.

Leşkeran pira gundê ku "Erê" ji sindoqan derneket xera kir. Li Gundê Bilbês ê Navçeya Elkê ya Şirnexê leşkeran pira gundiyan ji ber di referandumê de dengê "Na" derket xera kirin. Pira ku gundê Bilbês û navçeya Elkê bi hev girê dide 3 roj piştî referandumê ji aliyê leşkeran ve hat xerakirin. Balkêş e piştî di refaranduma 16'ê Nîsanê de dengê "Erê" ji sindoqan derneket û dengê "Na" derket pir hat xerakirin.
Pira navbera Elkê û Bilbês di sala 2016'an de ji aliyê şaredariya Elkê ya BDP'î ve 50 hezar tl hatibû avakirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatibû kirin qeyûm tayînî Şaredariya DBP'ê ya Elkê jî hatibû kirin. Piştî pir hat xerakirin rêya di navbera Bilbês û Elkê ku berê 4 kilometre bû, piştî pir hat xerakirin rê derket 14 kilometreyan. Welatiyên gund bertek nîşan dan û diyar kirin ku pitî dengê "Na" ji sindoqan derket pir hat xerakirin.

Di referandumê de li gund 36 dengê "Na" û 2 dengê "Erê" derketibû.