ENQERE - Hikûmeta AKP'ê piştî OHAL îlan kir, KHK li ser KHK'ê pêş xist û test bi kesixandina rêveber, nûnerên saziyên sivîl ên civakî kir û kadroyên dewletê tev guhertin kadroyên xwe bicih kirin. Têkildarî dirêjkirina OHAL'ê û pêşxistina KHK'yan Hiqûqnas Yusuf Alataş, anî ziman ku AKP'ê OHAL kiriye firsend û tevahiya Tirkiye xistiye bin destê xwe.
Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmehê de ji bo 3 mehan OHAL îlan kir. Piştî OHAL îlan kir heta niha 3 caran dirêj kir. AKP zêdeyî 9 mehin Tirkiye bi OHAL'ê bi rêve dibe û KHK li ser KHK'ê îlan dike. Îktidara AKP'ê ku bi hilbijartinan daxwazên wê pêk nehat û îktîdara wê ji destê wê çû niha bi OHAL û KHK'yan hukmêxwe li ser Tirkiye dimeşîne. Piştî di hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê mijdarê de têk çû OHAL îlan kir û dest bi tayînkirina Qeyûman kir. Di destpêkê de çapemeniya muxalif tev girt û dest bi kesiqandina saziyan kir. Di serî de Rojnameya Ozgur Gundem girt. Piştre 46 rojname, 16 kovar, Zarok TV, Hayat Tv, Jiyan TV, TV 10 jî di navde 16 televizyon, DÎHA û JINHA jî di navde 3 ajans, 23 radyo û 29 weşanxane girt. Heta niha bi giştî 159 saziyên çapemeniyê hatin girtin. 5 Hezar û 295 akademîsyen îxrac kirin. Zêdeyî 200 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Ji akademîsyenên ku hatin îxrackirin jê 159 akademîsyen yên aştî xwestin û îmze avêtin deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" ne.
Ji personelên dewletê yên hatin îxrackirin jê 35 kesan întîhar kir. Herî dawî bi KHK'ya 29'ê Nîsanê nêzî 4 hezar kedkarên din hatin îxrackirin. Bi KHK ya dawî 14 komele, Rojnameyek û kovarek, 18 vaqif, 13 saziyên tenduristiyê hatin girtin.
Heta niha Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, Çaglar Demirel, Gulser Yildirim, Serma Irmak, Besime Gonca, Abdullah Zeydan, İdris Baluken, Ayhan Bilgen, Ferhat Encu, Burcu Çelik Özkan, Nihat Akdogan, Nursel Aydogan, Leyla Birlik û Meral Daniş Beştaş bi giştî 15 wekîlên HDP'ê hatin girtin. Nihat Akdogan, Nursel Aydogan, Leyla Birlik û Meral Daniş Beştaş hatin berdan û hêj 11 wekîl girtî ne. Di şerê li Kurdistanê hat pêşxisti de bi sedan kes di êrîşên tang û topan de hatin kuştin. Milyonek û 800 hezar însan ketin bin bandora şer û zêdeyî 500 hezar mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Li gorî rapora ÎHD'ê di 2015'an de ji ber şerê heyî 574 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 269 kes birîndar bûn. Di sala 2016'an de 1758 kasan jiyana xwe ji dest dan, 2096 kes birîndar bûn. Di şer de bi giştî 683 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Bi îlana OHAL'ê de operasyonên siyasî ji ser BDP'ê û şaredarên wan kêm nebûn. Li 10 bajar û 64 navçeyan û 11 bajarokan Wezareta KArên Hundir Qeyûm tayînî şaredariyan kir. 102 hevşaredarên DBP'ê ji peywirê hatin girtin. 78 hevşaredar hêj girtî ne.
HIKÛMETÊ OHAL XISTIYE XIZMETA XWE
Hiqûqnas Yusuf Alataş, têkildarî OHAL û KHK'yan ji dîhaberê re axivî û anî zimam ku hikûmeta heyî OHAL ji bo xwe wekî firsendekê dibîne û wekî şûr xistiye xizmeta îktîdara xwe. Alataş, anî ziman ku OHAL li gorî hiqûq û qanûnan dikare sînoran bîne û nikare têkeve pêşiya hiqûq û qanûnên bingehîn. Alataş, destnîşan kir ku sînorekî OHAL'ê jî heye, lê îktîdarê sînor rakirine û wiha got: "Tu carî OHAL nikare di ser her tiştî re bê dîtin û nikare têkeve xizmeta îktîdarê.
Alatay, da zanîn ku îktîdarê niha OHAL bi tevahî xistiye xizmeta xwe û di ser her tiştî re tê girtin. Alatay, bilêv kir ku divê OHAL di ser hiqûqê û zagonan re neyê girtin û wiha got: "Îktîdar niha bi gefa dê darbeya duyemîn çê bibe her kesî ditirsîne. Vê yekê bi riya medya pêk tîne. Niha medya heyî jî di xizmeta îktîdarê de ye. Niha tiştê heyî teqez firsend e.
Li Firansa jî OHAL ne wisa ye. Li Firansa jî sînorê OHAL'ê heye. Tu carî hikûmetea Feransa zagonên ku tevahiya welat eleqeder dike dernexistiye. Niha hikûmetê daraz jî xistiye bin kontrola xwe. Li şûna daraz mudaxaleyî hikûmetê bike, hikûmet mudaxaleyî darazê dike. Li Tirkiye cudahiya hêzan nemaye. Hemû rêveberî û Tirkiye di bin destekî de tê rêvebirin. Niha Qanûna Bingehîn nayê nasîn. "
Alataş, herî dawî biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Konseya Ewropa bi vê biryarê aşkere kir ku Tirkiye dîsa li 2004'an vegeriya ye û paşve çûye. "
Selami Aslan - dihaber