EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pergala kurd piştgiriyê nedinê bi rêve nameşe. Beştaş, têkildarî girtina wekilên HDP'ê jî anî ziman ku Qanûan Bingehîn zêde dosyaya wekîlan nade rawestandin û wiha got: "Ji ber ku ger qanûna bingehîn tahliye neke jî dê DMME biryarê bide."
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, pergala qanûna bingehîn, girtina wekilên HDP'ê û rewşa girtîgehan nirxand. Beştaş, pergala qanûna nû rexne kir û wiha got: "Pergala ku kurd wê qebûl nekin û erê nekin bêyî erêkirina kurdan pêş nakeve û bi ser nakeve. Beştaş, anî ziman ku di 4'ê mijdarêde Hevserokê wan jî di navde wekîlên wan hatin girtin û niha 12 wekilên wan girtî ne. Beştaş, anî ziman ku berî referandumê ji bo "Na" asteng bike li dijî wan operasyona dîlgirtinê pêk anîn û wiha got: "Di dîroka cîhanê û Tirkiye de heta niha endamê komîsyona qanûna bingehîn nehatiye girtin. Ji xeynî partiya me tu partiyên din jî bertek nîşanî vê yekê nedan. Ev hemû ji bo rê li pêş kampanya "Na" bigirin pêk hat."
Beştaş, anî ziman ku ger operasyon û êrîşên li dijî wan pêk hat li dijî AKP'ê pêk hatibûya li ser navê AKP'ê tu tişt nedima û wiha axivî: "Partiyame xwedî vîn û rêxistinek pir xurt e. Li gel hemû astengî û zextan nêviyê Tirkiye got "Na". Dozyayên ku em jê tên darizandin ji bilî axaftinên ku me li meclîsê gotiye wêdetir tiştekî din tune ye. Dema em siyasetê dikin em sînorê sinc û pîvanên siyasetê derbas nakin. Em li gorî sinc û şêwazê siyasetê bi awayekî azad fikr û ramanê xwe tînin ziman. Hem dosya min u hem jî dosyaya hevalên min tu tiştê ku pê em bên sucdarkirin û cezakirin tune ye. Ji ber ku dadgehên herêmî biryara girtina me neda. Her kes baş dizane ku kê li ku biryara girtina me daye. Divê em hemû ji bo vê pêvajoya dijhiqûqî bi dawî bikin ji her demê bêtir tebikoşin.
AKP POLÎTÎKA TASFIYEKIRINA JINÊ DIMEŞÎNE
Beştaş, polîtikaya AKP'ê ya li dijî jinan jî rexne kir û wiha got: "AKP her dem jinê dike hedef. Ji ber ku jin her dem pêşengiya têkşînê dike. Jin li gel tundî, zilm û zextan ji doza azadiyê venagere. Jin dest ji têkoşîna xwe bernade. Hemû polîtîka û zagonên di serdema AKP'ê de hatin derxistin li ser perçekirin û tasfiyekirina jinê hatine derxistin.
Ez 3 mehan li Girtîgeha Sîlîviyê hatim girtin. 45 rojan di bin tecrîdê hatim hiştin. Piştre ez şandim kawişa 4 kesan. Min rekora daxwaznameyan di girtîgehê de şikand. Min li girtîgehê tiştên pêkenok û trajîk jiya. Tevî ku ez parêzer bûm ez êdî ji nivîsandina daxwaznameyan aciz bûm. Ji ber ku li girtîgehan bê pîvan binpêkirina mafan heye. Pirtûk nedidan me. Li hewşê kamera hebû. Girtî 24 saetan tên şopandin. Ev tiştekî pir xerab e. Me ji bo her daxwazê daxwazname dinivîsand. Bawerim min rekora daxwaznameşan şikand. Ji ber ku tu tiştî bi devkî qebûl nakin. Lê daxwaznameyên me jî hemû bê bersîv hatin hiştin. Hevî hemû zextan me moralê xwe xera nekir. Gelek name ji girtîgehên din ji min re hatin. Gelek nameyên piştevaniyê ji min re hatin. Bi riya girtîgehan dixwazin girtiyan teslîmî pergalê blikin. Lê ji ber ku girtî teslîmî pergalê nabin zextên li ser girtiyan zêdetir dikin."
DOSYAYAN ZÊDE NADIN RAWESTANDIN
Beştaş, bal kişand ser biryara Qanûna Bingehîn a der barê Mustafa Balbay û wiha got: "Ev biryar mînak e. Divê ji bo hevserokên me jî derbas bibe." Beştaş, têkildarî girtina wekilên HDP'ê jî anî ziman ku Qanûan Bingehîn zêde dosyaya wekîlan nade rawestandin û wiha got: "Ji ber ku ger qanûna bingehîn tahliye neke jî dê DMME biryarê bide. Niha dosyayên Hevserokên me û wekilên me li Dadgeha Qanûna Bingehîn e. Hevalên me ji 4'ê mijdarê heta niha girtî ne. Qanûna Bingehîn nikare zêde dirêj bike. Ger ku ew biryar nede DMME dê biryarê bide.
Beştaş, herî dawî bal kişand ser pergala serokdewletiyê û qanûna nû û wiha bi dawî kir: "Kurdan piştgirî neda pergala serokdewletiyê. Em tê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li meclîsê û li kolanan li her derê xebatên xwe berdewam bikin. Îktîdar li hundir û dervê polîtîkaşên şer pêş dixe. Lê pergala ku kurd piştgiriyê nedin bi ser nakeve. Niha li rojava û li deverên din li ser dijminantiya kurdan polîtîkayê dimeşîne. Li kîder cîhanê dibe bila bibe Kurd dê li mafê xwe bigere û ji bo mafê xwe dê têbikoşe. Ji ber vê yekê pergala ku kurd erê nekin û piştgiriyê nedin pêş nakeve û bi ser nakeve."