Mulkiye Turk: Jiyana min bi libendamayîna wî re derbas bû

MÊRDÎN - Jiyana Mulkiye Turk, hevjîna Ahmet Turk ê ku li gel wî temenê xwe yî zêde hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, jî di wesfa mînaka jiyaneke liberxwedayînê de ye. Turk a ku temenê wê di bin çewisandin û pêkûtiyan re derbas bûye diyar dike ku, wan rojeke xweş nedîtiye û dibêje, jiyana wê her tim bi libendmayîna hevjînê wê re û bi hevpariya êşên wî re derbas bûye.

Ahmet Turk yek ji wan nava ye ku, temenê xwe fedayî siyaset û têkoşîna kurdî kiriye. Belkî ji nêviyê temenê wî bêtir, jiyana wî di girtîgehan de bi îşkenceyan re derbas bûye. Di salên 1980, 1990 û 2000'î de ket girtîgehan. Dema di salên 80'yî de ket girtîgehê, di îşkenceyên ku rûmeta mirovbûyînê bin pê dikin re derbas bû. Li gel hemû pêkûtî, çewsandin û îşkenceyan jî Ahmet Turk, dev ji siyaseta kurdî û demokratîk berneda û herî dawî wek Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xebatên xwe domandin. Di operasyonên li dijî siyaseta kurd de, dubare hat binçavkirin û li gel 74 sal temenê xwe û nerehitiya ji dilê xwe hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Lê dema wî di salên têkoşîneke berxwedêriyî de jiyaneke tijî jiya, gelo malbata wî çi dijiya. Jina ku jiyana xwe pê re parve dikir jî, tu bikî nekî bi wî re di nav heman têkoşînê de cihê xwe digirt.

JI BER BI KURDÎ DIAXIVÎN BÊTIR RASTÎ ÎŞKENCEYÊ DIHAT

Dema Ahmet Turk bi derbeya 1980'yî re li Girtîgeha Amedê dihat girtin û rastî her cure îşkenceyê dihat, hevjîna wî Mulkiye turk jî temenê xwe li ber deriyên girtîgehan derbas dike. Dayika wî û hevjîna wî ji ber di hevdîtinên li girtîhehê de bi kurdî diaxivîn,bêtir rastî îşkenceyê dihatin. Dema Turk, bi dayika xwe yî ku yek peyv bi tirkî nizanibû bi kurdî diaxivî, ji ber pirsa "Nîsk çawa ne" bêtir rastî îşkenceyê tê. Ji ber vê dema hevjîna wî diçe girtîgehê, axaftina wan tenê li dor "Tu çawa yî? Baş î?" diçe û tê.

JIYANA WÊ BI TÊKOŞÎNÊ RE DERBAS BÛ

Li herêma ku her roj êrîş û pêkûtî zêde dibin, Turk a ku li Qesra Qenco li zarokên xwe dinerî, wê demê tevî zarokên xwe rastî zor û zehmetiyan tê. Ji ber hevjînê wê bi salan girtî dimîne, Mulkiye Turk jî dibe yek ji kirdeya vê têkoşînê. Mulkiye Turk dibêje ciwaniya wê bi êş û eleman re derbas bûye û behsa wan zor û zehmetiyan dike. Tîne ziman ku, ji ber Turk jiyana xwe fedayî têkoşînê kiriye, wna tu carî têkiliyeke normal nejiyaye û wiha dibêje:"Em bi wî re rojekê neçûn xwarinekê jî. Her tim ji ber zêdebûna kar û barê wî, xweşikî em nedihatin gel hev. Dema em di girtîgehê de bû,e z tim li gund dimam. Wê demê lis er me çewsandin û pêkûtiyên dijwar hebûn. Her tim gundê me di bin dorpêçê de bû. Tim serdegirtin pêk dihatin. Carekê ez nêzî leşkeran bûm û min got, 'em ne kole ne.'"

‘GIRTIN ŞERMA VÎ WELATÎ NE'

Turk tîne ziman ku, jiyana wê her tim bi libendmayîna hevjînê wê re û bi hevpariya êşên wî re derbas bûye û wiha diaxive:"Di têkoşîna ku ew pê bawer bû de, min her tim pişetvaniya wî dikir. Têkoşîna ji bo pêkanîna aşitiyê dida û ciwaniya xwe, temenê xwe di oxira wê de feda kir, têkoşîneke mafdariyê ye. Ez jî her tim piştevanê wî bûm. Tenê ez li ber vê dikevim ku, jiyaneke xweş nebûye para me. Em di cejnan d edihatin gel hev, lê ji ber mêvan hebûn, em bi wan re eleqedar dibûn. Yanî jiyaneke me yî taybet nebû. Dema li girtîgehê bû jî û derket jî, jiyaneke me yî rihet çênebû. Piştî derket jî, em her bi dadgehan re bilî dibûn. Îro jî li temenê wî, nexweşîna wî nenêrîn û wî girtin. Îro li Tirkiyeyê girtina şaredarekî, parlementerekî, şerma vî welatî ye."

‘MIN DIXWEST JIYANEKE AZAD BIBE PARA HER KESÎ'

Mulkiye xanim bi xwemsarî bersiva pirsa me yî "Hûn dikarin behsa rojeke xwe yî xweş a bi Ahmet Turk re bikin" dide û dibêje, rojek wisa çênebûye. Turk wiha domand:"Qet jiyaneke me yîw isa çênebû. Ew her tim bi karên xwe re eleqedar dibû. Min dixwest ku li Tirkiyeyê jiyaneke azad bibe para her gelî. Min dixwest her kes bibe xwedî nasname. Em bi van pêkanîna diêşin. Lê em dizanin ku, bi vî awayî nikarin bitepisînin."

Meltem Oktay/Aynur Înedî - dîhaber