NAVENDA NÛÇEYAN - Îro 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Bi minasebeta 1'ê Gulanê karker û kedkar dê li çar aliyê welat 1'ê Gulanê pîroz bikin. Karker îsal 1'ê Gulanê di bin şertên OHAL'ê de pîroz dikin û dîsa deriyê Taksîmê li Karkeran hat girtin.
Karker û kedkar îro bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li çar aliyê Tirkiye û cîhanê dadikevin qadan û 1'ê Gulanê pîroz dikin. Karker îsal ji ber li tevahiya Tirkiye OHAL hatiye îlankirin, dê di bin şertên OHAL'ê de 1'ê Gulanê piroz bikin. Endam û rêveberên KESK, TTB, DİSK, TMMOB û saziyên sivîl ên demokratîk yên Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê dê 1'e Gulanê pîroz bikin. Îsal qada Taksimê ku di sala 1977'an de bi sed hezaran kesan 1'ê Gulanê pîroz kir û di êrîşê de 34 karkeran jiyana xwe ji dest dan dîsa li karkeran hat qedexekirin. Ji niha de hemû rêyên diçin Taksimê hatine girtin. Destûr nadin ku kes biçin Taksimê. Rêveberên ESP, DAF, BDSP, Azadiya di Rêya Şoreşê de û Eniya Azadiyê, Platfroma Yekîtiya Têkoşînê û gelek Platformên din biryar dabûn ku 1'ê Gulanê dakevin qada Taksîmê.
LI ENQERE DÊ 2 MÎTÎNG BÊN LIDARXISTIN
Li Enqereyê jî karker dê li Qada Koleja Enqereyê û qada Tandoganê dê 2 mîtîng bên lidarxistin. Di pêşengiya DİSK, KESK, TMMOB û TTB'ê de karker dê li Qada Kolejê mîtîngê pêk bînin. Karkerên Turk Îş'ê jî dê mîtîngê li qada Tandoganê mîtîngê pêk bînin.
Karker dê li Îzmirê di pêşengiya DİSK, KESK, TMMOB, Turk-İş, Birleşik Kamu İş, İZSMMMO, Liman-İş de li Qada Gundogdu kom bibin û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Karker li Amedê jî dê di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyonê) 1'ê Gulanê pîroz bikin. Karker dê di pêşengiya Hak-İş'ê de li Erziromê pîroz bikin. Karker û nûnerên Turkiye Kamu Sen li Eskişehirê û
Memur Sen jî dê li Kutahya 1'ê Gulanê pîroz bikin.
Karker dîsa dê li Wan, Edene, Mêrsîn, Riha û gelek bajarên din daxuyaniyan bidin çapemeniyê.