2 jinên xwestin li Taksîmê pankart vekin hatin binçavkirin

STENBOL - 2 jinên xwestin li Qada Taksîmê pankart vekin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Demokrasiyê 2 jinên xwestin li Qada Taksîmê pankart vekin hatin binçavkirin. Pinar Kara û Gamze Iyîdogan ên ji Platforma Yeketiya Têkoşînê ne, dema li Qada Taksîmê dirûşmeya “Bijî 1’ê Gualê” berzkirin û xwestin pankart vekin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat dîtin jinên hatin binçavkirin ji bo li wesayîta polîsan neyên siwarkirin demek dirêj li ber xwe dan.