OSMANIYE - Li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniye malbatên bi sedan kîlometre ji bajarên dûr hatin li şûna saetekê zarokên xwe ziyaret bikin, tenê 20 deqîqeyan dikarîbûn ziyaret bikin. Malbatan diyar kirin ku mafê wan ê ragihandinê û telefonê ji destê wan hatiye girtin.
Zextên li ser girtiyan didome. Rayedarên girtîgehan hem îşkenceyê li girtiyan dikin û hem jî li malbatan dikin. Girtî rastî tundî û zextan tên. Malbatên ku bi sedan kîlometre ji bajarên dûr diçin ziyareta zarokên xwe bi saetan tên rawestandin û di lêgerînên dijwar re tên derbas kirin. Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê rastî cezayê hevdîtin û ragihandinê tên. Malbatên ku bi sedan kîlometre ji bajarên dûr hatin Osmaniyê li şûna hevdîtina saetekê tenê 20 deqîqeyan karibûn hevdîtin bikin. Malbatan diyar kirin ku mafê hevdîtinê yê saetekê daxistin 20 deqîqeyan. Malbatan anîn ziman cilê ku ji zarokên xwe re biribin nedan zarokên wan û zarokên wan di bin zextan de dijîn. Mafê hevdîtina saetekê daxistin 20 deqîqeyan û girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê.
Malbata Înan Akin, anî ziman ku roja Yeşkeşê li gel ku roja telefona kurê wan e kurê wan nekariye bi wan re bi axive û mafê telefonê ji destê kurê wan hatiye girtin. Malbatan anîn ziman ku heta 9'ê Gulanê mafê ragihandinê lê hatiye qedexekirin. Malbatan anîn ziman ku zarokên wan gelek kîlo daye û di bin dextan de dijîn.
Malbatan anîn ziman ku rojnameyan nadin girtiyan, mafê sohbetê binpê dikin. Bi kamerayan bê navber tacîz dikin. Pirtûk û kovaran nadin wan. Dem dem mafê wan ê telefonê ji destê wan tê girtin û ji aliyê leşkeran ve rastî tacîzê tên. Malbatan bang li parazvanên mafên mirovan kirin û xwestin hestiyar tev bigerin.