Şervanên QSD'ê 3 tangên DAÎŞ'ê bi dest xistin

REQQA – Li sê taxên Tebqayê di navbera şervanên QSD û komên DAIŞ`ê de şerên giran ji şevê din ve didomin. Heta niha bi bi dehan endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin û sê tang ketin destê şervanên QSD'ê.

Li gorî nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku pêngava rizgarkirina Tebqayê dişopînin raghandin, di taxên El-Buîsa, El-Heso, El Selam û herêma Sinaa (Pîşesazî) de şevê din di saet 01.00’an de di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ de şer dest pê kir. Di şerên ku heta niha berdewam didome de bi dehan çete hatin kuştin. Hat zanîn ku sê tangên çeteyan jî ketine destê şervanan. Ji aliyekî din ve jî maşîneyek sivîlan ku ji taxên di bin kontrola DAÎŞ'ê de dixwestin derbasî heremên di bin konrtola şervanan de bibin, lê mayîna DAÎŞ'ê bi wan de teqiya. Ji sivîlan kuştî û birindar hene. Lê hejmar nehat zelalkirin. Li her 3`yê taxan şerên giran didome.