Ji girtiyan re qedexeya hevdîtinê

WAN - Malbatên ku xwestin bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin re hevdîtinê pêk bînin, ji aliyê rêbeveriya girtîgehê ve bi gotina “Kawişên wan tên guhertin” hat astengkirin.

Li girtîgeha ku beriya niha jî bi binpêkirinên mafan dihat rojevê niha jî qedexeya hevdîtinan tê pêkanîn. Malbatên ku ji Semsûr, Amed, Bedlîs û Çewligê hatin û xwestin xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ziyaret bikin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin. Hevdîtina vekirî ya ku malbat her hefte pêk tînin vê hefteyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi gotina “kawişên wan tên guhertin” hat astengkirin. Malbat diyar kirin ku ew bi kîlometreyan rê hatine û bertek nîşanî pêkanînê dan.