RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan li Balafirgeha Gapê hat binçavkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, ji bo biçe Enqereyê dema çû balafirgeha Gap'ê, li balafirgehê hat binçavkirin. Hat zanîn ku ji ber der barê wî de 2 doz hatine vekirin û biryara girtinê heye hat binçavkirin. Ayhan ku dê saet di 10.00'an de biçûya Enqereyê hat binçavkirin û birin Edliyeya Rihayê.