Ji Demirtaş peyama 1'e Gulanê

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, ji girtîgehê peyama 1'ê Gulanê şand û got: "Ez di vê rêya zor û giranbuha de ji we hemûşan re serkeftinê dixwazim.

Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê peyam şand. Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê peyama Demirtaş weşand. Demîrtaş, di peyama xwe de wiha got: "Yên ku mirovan dikin mirov yek jê nirxê kedê ye. Em di pêvajoya ku ked tê xwarin û zextên li ser kedê zêde dibe de di rojên dijwar de 1'ê Gulanê pîroz dikin. Em di vê pêvajoya zor de lê ew qas jî giran buha bi wêrekî û bi kedek mezin a têkoşînê hemû kesên li cem kedkaran cih digirin pîroz dikin. Ez roja hemû kedkarên cîhanê 1'ê Gulanê pîroz dikim. Di rojên pêş de bi heviya wekhevî, azadî, yekîtiyê serkeftinê ji wan re dixwazim. "