ŞIRNEX - Li Bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê beriya operasyoneke leşkerî pêk were ji hoparlorên mizgeftê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.
Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebana Şirnexê ku nêzîkê herêma Bestaya operasyonên leşkerî demek e berdewam dike qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Derbarê qedexeyê de ji rayedarên fermî daxuyaniyek nehat dayîn û qedexe bi riya hoparlorên mizgeftan ji aliyê keyayan ve hat ragihandin. Piştî îlankirina qedexeyê bi taybetî li çoltara bajarokê tevgera leşkerî zêdetir bû û hat zanîn ku dê operasyoneke bejahî pêk were.