ÎZMÎR - Li herêma Egeyê pîrozbahiya 1'ê Gulanê dest pê kir. Li Îzmir û Manisa karkeran çalakî pêk anîn û tazmînata kidemê ku dewrî fonê hat kirin şermezar kirin. Karkeran xwestin OHAL bê rakirin. Li Aydinê jî çalakiya karkeran dê saet di 13.00'an de dest pê bike.
Li Îzmirê û Manîsayê çalakiyên pîrozbahiya ji bo 1'ê Gulanê dest pê kir. Li navçeya Aliaga ya Îzmirê karkerên li pêş kampusa PETKİM'ê kom bûn, kar rawestandin û li pêş fabriqeyê kom bûn. Karkeran bê navber siloganên "Bijî 1 Gulan" û "Em karkerin mafdar in em dê bi ser bikevin" berz kirin û dowîz û pankartên têkildarî 1'ê Gulanê vekirin. Karker li navçeyên Karşiyaka, Buca, Çigli û Bornova yên Îzmirê jî ji bo 1'ê Gulanê piroz bikin li hev kom bûn. Karker dê li qadên Konak, Cumhuriyet û Lîmana Alsancakê ku Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê diyar kiriye kom bibin Karker îsal dê bi daxwaza "Bila tazminata kidemê bê dayîn" çalakiyan pêk bînin û bixwazin pêkanênên OHAL'ê rabin.
Beriya karker 1'ê Gulanê piroz bikin polîsan li qada Konak, Cumhuriyet û Alsancakê barîyer danîn û derdora qade ji niha de pêçan e. Karker di kontrolê re derbasî qadê dibin.
MANÎSA
Li Manîsayê jî karker û kedkaran bi heman armancê li pêş Sultan Onu kom bûn. Karker û kedkarên di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manisayê de li hev kom bûn, bê navber siloganên "Bijî biratiya gelan, "Ne şer ji kedkaran re butçe û "Yekîtiya karkeran dê sermayeyê têk bibe" berzkirin. Karker piştî civînê dê bimeşin pêş Sultan Onu û meşê pêk bînin.
AYDIN
Li Aydinê jî karker dê bi heman armancê di pêşengiya CHP, HDP, EMEP'ê de saet di 13.00'an de li qada bajar kom bibin û pîrozbahiyê pêk bînin.