Tebqa gav bi gav rizgar dibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên QSD’ê li Tebqa 3 taxên din rizgarkirin. Di şer de 48 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 5 DAÎŞ jî bi saxî hatin girtin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi lez didome . Şervanên QSD’ê şevê din û îro jî derbên giran li endamên DAÎŞ'ê dan.Li gorî nûçeya ANHA'yê şeve din saet 01.00’an de şervanên QSD’ê ber bi taxên El-Bu İsa, El-Heso, El Selam û herêma Sinaa (Pîşesazî) ya di bin kontrola DAÎŞ'ê de ketin nava tevgerê. Li her 3 taxan şerên giran di navbera şervanên QSD û komên DAIŞ de rû dan. Di encama şerê ku heta seet 11.30’an dewam kirin de 48 DAÎŞ'i hatin kuştin û 5 DAÎŞ'î jî bi saxî hatin girtin. Di encama şer de sê tang, 52 roketên tangê, 1 panzer, 2 wesaîtên zirxî BMB, 1 agirkuj, 1 fuzeya Grad, maşîneyek zirxî ya bombebarkirî, 1 SPG 9 dij-Tang, Doçkayek 12.5 mm, çekek A-4 balafirşikên û gelek fîşekên wê, yek Kalaşnikof, yek demance, 5 bombeyên destan, luleyek doçka 14,5 mm, 400 fîşekên Doçkaya 23.5 mm, 1.500 fîşekên BCK, sindoqek guleyên bombe avêj, 2 çewal TNT, 2 çewal funyeyên Hawanan, rextek xwekujî, durbînek rojê, dûrbînek a şevê û qederek malzemeyên sabotajê ket dest şervanan.

Li 6 taxên ku duh hatibûn rizgarkirin jî şervanan di enacama xebatên lêgerînê de termê 24 çeteyên din, 18 çekên kalaşnîkof, 2 BKC, kargehek çêkirina mayinan û gelek cebilxane dîtîn.

Hat zanîn ku şervanên QSD’ê li taxên ku niha rizgarbûne dest bi xebata lêgerîn û paqijkirinê kirine.

Şervanên QSD'ê bi hezaran welatiyên Tebqa şandin herêmên bi ewle. Hat zanîn ku ji sedî 90 Tebqa ji destê DAÎŞ'ê hatiye rezgarkirin.