NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) biryar şirketa Eutelsat a rawestandina weşana Ronahî TV, Sterêk TVû News Channel şermezar kir.
Şirketa Eutelsat a Firansî li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê weşana 3 weaşana Ronahî TV, Stêrk Tv û News Channel dane rawestandin. YRA'yê têkildarî biryara Eutelsat ê ya rawestandina weaşana televizyonan daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye: " Me bi xemgînî biryara şirketa Eutwlsat a Fiansî ya rawestandina weaşan televizyonên Ronahî Tv, Stêrk Tv û News Cannel girt. Rawestandina weşanan piştî ku Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê (RTK) doza bi awayekî nivîskî ji Eutilsatê re ra kir û bi behaneyên ne qanûnî xwest ku weşan were rawestandin. Tevî ku tê zanîn ku RTK tenê girêdayî siyaseta weşanê yên li hundirê Tirkiyê û tu têkiliya wê bi weşanên televizyonê derveyî Tirkiyê wekî Ronahî TV, Stêrk TV û News Channel nîne, lê kiryarên hikûmeta Tirkiyê ku AKP'ê serkêşiya wê dike, ji Eutilsatê xwest ku weşanê rawestîne, ev kiryara wan li dijî heqûqên azadiya civakî û şopedarên wan saziyan e.
Ev ne cara yekem e ku Eutilsat li gorî daxwaz Tirkiyê tevdigere, di 8'ê cotmeha 2016'an de jî heman şirketê weşanên Newroz Tv, Mec Nûçe û IMC rawestand, her wiha 12 kendal li ser daxwaz hikûmeta Tirkiyê dan rawestandin.
Tişta şirketa Eutilsat pêk tîneli dijî hemû pîvanên ragîhandinê û şirketinê çapameniyê ye. Her wiha berdewama Eutilsat a pêkanîna daxwazên Tikriyê bê baweriya li gel beşdarên wê şirketê çêdike.
Em wekî YRA'yê ya Bakruê Sûriyê biryara girtina dengê rastiyê şeremezar dikin, ev siyasetên wan ne mumkine serbikevin. Xwediyên gotin û pênûsa azad di gotinên xwe de dê berdewam bin. Em ji Şirket Eutilsat dixwazin ku dest ji zextên xwe yên li ser çapameniyê berdin û rastiya ji raya giştî re ranewstîne."