STENBOL - Masa Krîsê ya ya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar kir ku di 1’ê Gulanê de li Stenbolê 105 kes hatin binçavkirin, hinek ji wan di wesayîta polîsan de tên ragirtin û hinek jî birine navendên polîsan. Hat îdîakirin ku agahiya dozgeriyê ji binçavkirinan tune ye.
Masa Krîsê ya ya 1’ê Gulanê ya Stenbolê mudaxeleyên polîsan ên hatine kirin parve kirin. Masa Krîzê diyar kir ku dema nihek kom û saziyên xwestin ji cihê kesên ku di 1’ê Gulana 1977’an lê hatine qetilkirin biçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û wiha got: “Îro saet ji 12.30’an 105 kes li herêmên Kolana Îstîklal, Beşîktaş, Talîmhane, Gayrettepe, Zîncîrlîkuyu û Okmeydanê hatine binçavkirin, hinek ji wan di wesayîtên polîsan de hinek jî li navendên polîsan tên ragirtin.”
'AGAHIYA DOZGER JI BINÇAVKIRINAN TUNE YE’
Masa Krîzê, anî ziman ku kesên hatine binçavkirin ji pişte ve hatine kelepçekirin bi wî awayî birine kontrola bijîşk û ev tişt anîn ziman: “Heta niha gelek ji wan di wesayîtên polîsan de tên ragirtin. Ji kesên hatine binçavkirin 3 parêzerin. Agahiya ku di nava kesên hatine binçavkirin kesên ji ber guleyên plastîk birîndar bûne hene gihiştiye destê me. Ji aliyê parêzerên dildar ve tişta pêwîst tê kirin. Di hevdîtinên ku me bi Dozgerê Cumhuriyetê re kirin de, dozger got ku agahiya wan ji binçavkirinan tune ye û fermanek wiha ne hatiye dayîn. Her çiqas me xwest ji bo kesên hatine binçavkirin bên berdan me serî li Dadgeha Cezayê Sulhê bidîn li avahiya dadgehê dadgehê nobedar û memure pênûsê tune bû û mijar ne ketiye girtekê.”
POLÎSAN ÊRÎŞÎ KOMA XWESTIN TÊKEVE TAKSÎMÊ KIR
Komek Endamên Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe bi pankarta "Niha dema Şoreşê ye" meşiyan QadaTaksimê rastî êrîşa polîsan hatin. Endamên BDSP'ê çawa silogana "Biji yek gulan" berz kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan mudaxaleyî komê kir û 9 kesên din binçavkirin.