Karkerên qada Bakirkoy tije kirin: Na hêj neqediya ye

STENBOL - Bi sed hezaran karker û kedkaran ji bo 1'ê Gulanê piroz bikin qada Bazara Gel a Bakirkoyê tije kirin. Karkeran bi silogan û pankartan daxwazên xwe anîn ziman û gotin "Na Hêj Neqediya ye. Hêj nû dest pê dike."

Di pêşengiya DİSK, KESK, TTB û TMMOB'ê de bi tevlêbûna partiyên siyasî û saziyên demokratîk bi sed hezaran karker û kedkar bi minasebeta 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi silogana "Ji bo Ked, Aştî, Demokrasiyê Bijî 1'ê Gulanê" li Qada Bazara Gel a Kadikoyê kom bûn. Bi sed hezaran karkerên li qadê kom bûn, bi pankart, dowîz û alên xwe dawaz û peyên xwe anîn ziman. Karkerên ku ji Rawestgeha İncirli Dikilitaşê û AVM'ê ya Marmara Forumê bi du kortejan meşiyan hatin qada mîtîngê û li qata mîtîngê gihiştin hev. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Serokê Giştî TMMOB'ê Emin Koramaz, Serokê Gişt^Fi yê KESK'ê Lami Ozgen û Şaziye Onder, Serokê Giştî yê TTB'ê Raşit Tuke jî di navde bi sed hezaran karker û kedkar amade bûn.

Ji bilî nûnerên karker û kedkaran Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Onur Hamzaoglu û partiyên siyasî bi girseyên xwe ketin qada mîtîngê. Girseya HDK'ê “Ji Faşizmê re Na! Bijî Komara Demokratîk" vekirin. Meclîsa Ciwanên HDP'ê “Di Sosyalizmdê de Israr di mirovahiyê de isarr e" vekirin. Di korteja HDP'ê de jî komê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û “Em dê li dijî şer, xerakirin û koletiyê di ber xwe dibin" "Bijî 1'ê Gulanê" vekirin. Serokwekila Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî di kortajê de cih girtin.
Ji 7 salan heta 70’ê ji hemû beşê civakê beşdarî mîtîngê bûn. Girsê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan na be” berz kirin. Dîsa gelek nûnerên OHP, ÇAG'ê yên hiqûqê jî di qadê de cihê xwe girtin.

Dîsa gelek alîgirên Beşiktaş, Fenerbahçe, Galatasaray, Amedspor Barikat, Adana Demirspor bi pankart û dowîzên xwe li qadê cih girtin.

ROJNAMEGER LI QADÊ BÛN: ROJNAMEGERÎ SÛC NÎNE

Saziyên çapemeniyê yên bi KHK’ê hatine girtin jî di kortejana DÎSK Basin-Îşê de ketin qadê. Rojnamegerên ku ji saziyên dixebitin hatin durxistin di komntejanê de dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” berzkirin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî bi pankarta “#GazetecilikSuçDegildir” ketin qadê.

AKADEMÎSYENÊN HATIN ÎXRAXKIRIN LI QADÊ BÛN

Di bin kontejanan de ketina qadê didome û kesên dikevin qadê bi dirûşmeya “hûn bi xêr hatin qada têkoşînê” hatin pêşwazîkirin. Hinek karker bi baretên xwe tevlî bûn û endamên Egîtîm Senê jî bi erbaneyan ketin qadê. Akademîsyenên bi KHK’yan hatine îxraçkirin jî di kontejana Egîtîm Senê de ketin qadê.


Bi hezaran kesên ku bi al, dovî û pankartan qad tije kirin qad vegerandin cimbişa rengan.

Di tora civakî de derbarê 1’ê Gulanê de çalakiya “1Mayıstayım” hati destpêkirin li qadê di ekrana led a mezin de hat pêşkêşkirin. Li avahiyên bilind ên derdora qadê sekvan hatin bicihkirin û li ser dezgahên li qadê hatine vekirin welatî pêwîstiyên xwe bicih tînin.

JI PARLAMENTERÊN GIRTÎ RE SILAV

Li qadê ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê û hilbijêrên girtî re silav hat şandin. Çûna welatiyan a ber bi qadê didome.

Dê pîrozbahî bi rêzgirtin û axaftinan bidome.