Deh hezaran karkerên Ege: Na em nabin qulê AKP'ê û koleyê kapîtalîzmê

ÎZMÎR - Li Herêma Egeyê bi deh hezaran karker ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê daketin qadan û li dijî kedxwarî, neheqî û mêtîngeriyê carek din gotin "Na". Bi deh hezaran li Manîsa, Îzmir û Ayidnê bi yek dengî gotin "Li dijî zilm, zordarî, kedxwarî û mêtîngeriyê Na. Em nabin kolê Kapîtalîzmê û Nabin Qûlê AKP'ê."


Bi deh hezaran karker bi minasebeta 1'ê Gulanê li Qada Gundogdu ya Îzmirê mîtîng pêk anîn. Bi tevlêbûna hezaran endam û reveberên Konfederasyonên Sendîkayên kede yên DİSK, KESK, TMMOB'ê û rêxistinên demokratîk û Tevgera Hezîranê li Qada Konakê kom bûn û meşiyan Qada Gundogdu. Bi deh hezaran kesên li qada Gundogdu kom bûn wêneyên kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan rakirin û pankartên "Em komkujiyê şermezar dikin ji bîr nakin" vekirin. Dîsa pankartên bi kurdî, tirkî, îngîlîzî û ermenî "Bijî 1'ê Gulanê hatibû nivîsandin" vekirin. Girsê li qada mîtîngê bê navber siloganên "Bijî 1ê Gulanê", "Na neqediya ji nûve dest pê dike" berz kirin. Tevlêbûna komên muzîkê yên zarokan jî bal kişand ser xwe. Dîza zarokên ku berdilkên "Ji bûkên zarok re na" li xwe kiribûn bal kişandin. Hevparên HDP', Malên Geln, EMEP, Kolektifa Xwendekaran û gelek komele û rêxistinên demokratîk li Qada Cumhuriyetê kom bûn û heta qadta Gundogdu meşiyan. Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê bi 7 zimanan pankarta "Bijî 1'ê Gulanê" vekerin û silogan berz kirin. Karteşa ku partiyên siyasî di navde cih girtin, bê navber siloganên têkildarî Referandumê yên "Ji yek zilamî re "Na" berz kirin. .

Di mitîngê de parlamenterên CHP û Şaredarên CHP'î jî cihê xwe girtin. Li qada mîtîngê Nûnerê DİSK'ê yê Herêma Egeyê Memiş Sari daxuyanî xwend. Sari anî ziman ku heta niha 127 car ji bo piştevanî u şewirmendiyê kom dibin û tu carî komujiya 40 sal berê li Taksimê pêk hat ji bîr nakin. Sari polîtîkayên AKP'ê û pergala Serokdewletiyê jî rexne kir û anî ziman ku ew her dem li dijî van polîtîkayan ne û her dem dibêjin Na. Sari, herî dawî xwest AKP dawî li polîtikaşên înkar, îmha û şer bîne û êdî vîna sindoqan nas bike. Sari xwest hikûmet dawî li politîkaşên şere li dijî kurdan bîne û gavên demokratîk û aştiyê êdî bavêje. Sari, herî dawî anî ziman ku têkoşîna wan neqediya ye û wiha got: "Em li vir carek din li dijî tariyê dibêjin "Na em bi ser ketin. Em çiqas hêza xwe bikin yek saltanat têk diçe. Em tu carî nabin qûl û koleyê kapitalizmê, AKP’ê û em dê her dem li diji faşizmê têbikoşin.

Mîting bi koma muzîkê ya Mogollar berdewam kir.

MANÎSA

Li Manîsayê jî karker û kedkaran bi heman armancê li pêş Sultan Onu kom bûn. Karker û kedkarên di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manisayê de li hev kom bûn, bê navber siloganên "Bijî biratiya gelan, "Ne şer ji kedkaran re butçe û "Yekîtiya karkeran dê sermayeyê têk bibe" berzkirin. Karker piştî civînê ji Sultan Onu meyiyan Qada Cumhuriyetê. Karkeran di meşê de pankart û dowîzên ku mafê xwe dixwazin û polîtîkayên hikûmetê rexne dikin vekirin. Komê di meşê de bê navber siloganên "Dê doj bê AKP Hesab bide "Na, Hêj ne qediya ye nû dest pê dike" berz kirin. Girse piştî ket qadê, ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz gritin. Li ser navê girsê Nûnerê Herêma Ege yê Gida Îşê Gursel Kose daxuyanî xwend. Kose, anî ziman ku ew li dijî rejîma ku hiqûq, demokrasî, mafên azadiyê yên gerdûnî nas nake dibêjin Na. Kose, anî ziman ku ew dê hemû bi hevre bibin yek û li dijî vê ferasetê rawestin têkoşîn û piştevaniya xwe mezintir bikin. Kose, bang li Eniya Na kir ku tekoşînê mezintir bike.
Şahiya karkeran bi govendê berdewam kir.

AYDIN

Li Aydinê jî karkeran bi heman armancê di pêşengiya CHP, HDP, EMEP'ê de li qada bajar kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Karkerên di pêşengiya Platforma Ked û Demokratiyê de li qada Egemenlik kom bûn, bi siloganên "Biji Yek gulan', "Jin Jiyan Azadî" berz kirin û pankarta "Na Jin bi ser ketin, Ji bo Azadî û Keda me bijî 1'ê Gulanê" vekirin. Komê li qadê di bin siya polîsan de govend gerandin û 1'ê Gulanê pîroz kirin.