Karkerên Herêmê: Na. Teqez em dê biserkevin

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran karkerên herêma Kurdistanê 1'ê Gulanê piroz kirin û bi yek dengî li dijî polîtîkayên AKP'ê û OHAL'ê gotin Na. Karkeran di mîtîngên herêmê de gotin "Em li dijî KHK û îxracan serî natewînin. Em dê teqez bi ser kevin."

AMED

Bi hezaran karker û kedkarên di bin baneyê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê de li Qada 5 Hezîrê (Îstasyon) li hev kom bûn 1'ê Gulanê piroz kirin. Di mîtînga ku di bin şertê OHAL'ê de pêk hat bi hezaran polîsan derdora girsê dorpêç kir û gelek nokteyên kontrolê ava kirin. Li qada mîtîngê pankartên bi kurdî û tirkî "Bijî 1'ê Gulanê" ji mêtîngeriya navneteweyî ya zayendî û çînî re "Na" Dîsa gelek pankartên ku pergalê şermezar dikin, vekirin. Girsê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “AKP dê hesap bide gel", “Bijî berxwedan, bijî 1 Gûlan” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Di mîtînga ku "Na" derket pêş Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, rêveberên DBP, HDP, ESP, CHP'ê jî amade bûn. Ji bo kesên di 10'ê Cotmehê de li Enqere û Taksîmê hatin kuştin rêz hat girtin û “Çerxa şoreşê” hat xwendin. Li qadê bê navber silogan hat berzkirin. Li qadê pankarta li dijî xerakirinên Sûrê “Lalebey û Alipaşa nayê xerakirin" hat vekirin.
Li ser navê komîteya Amadekar Serokê Şaxa BES'ê yê Amedê Bedirhan Çetinkaya, axaftin kir û diyar kir ku çawa her dem li dijî faşîzmê têkoşiyane, dê ji niha û şûnde jî têbikşin.

Çetinkaya, ani zimanku di referandumê de yên bi ser ketin gelê kurd, karker, û gelê Nisêbîn, Gever, û Şirnexê bû û wiha got: "Em carek din dibêjin Na em dê li dijî KHK’yan têbikoşin. Teqez em dê bi ser kevin. Em dê ji bo Avakirina Komara Demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin."

ŞÎMŞEK: EM AZİZ YURAL Û HEVRÊŞÊN WÎ BIBÎR TÎNIN

Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, jî 1'ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz kir û wiha got: "Niha rewş ji 12'ê Îlona 1980'an ne cudatir e. Li vî welatî vina gel nayê naskirin. Dixwazin Kurdistanê bi OHAL'ê bi rêve bibin. Lê gel di referandumê de helwesta xwe anî ziman. Di referandumê de ked jin, ked û helwesta "Na" bi ser ket. Em dê tebikoşin û di ber xwe bidin. Em Azîz Yural û Hevrêyên wî bibîrtînin û li têkoşîna wan xwedî derdikevin."

UCA: JI SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ RE NA'

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, jî 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kir û wiha got: "Em karkerên li Soma û Şirvanê tevah bi hurmet bibîr tînin. Em ji bo statuya gelê kurd daxwazên xwe dubare dikin. Kes nikare vîna gel desteser bike. Em dê li dijî kedxwarî û îxracan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ji polîtîkayên înkar û îmhayê re dibêjin Na" Em ji şer û êrîşên li dijî Şengal û Rojava re dibêjin Na" .

Endamê Konseya Odeya Tabîban a Navendî Doktor Şehmus Gokalp jî bertek nîşanî îxrac û kedxwariyê da û wiha got: "Em de li keda xwe xwedî derkevin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Hevserokê Odeya Tabîban ê Amedê Yakup Altaş jî anî ziman ku AKP KHK’yan dixwaze civakê bêdeng bike û wiha got: "Ez bang li îktîdraê dikim. Hûn nikarin serê me daxin. Teqez em dê bi ser bikevin."

Mîtîng bi koma muzîkê ya Şaxa Eğitim Senê û govendê bi dawî bû.

ÊLIH

Karkerên Êlihê jî li Statduya 16 Mayisê mîtîng pêk anîn û 1'ê Gulanê piroz kirin. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, Serokwekîlê koma HDP'ê Ahmet Yıldırım, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP'ê Saadet Becerikli, Ayşe Acar Başaran û bi sedan kes amade bûn. Li qadê bi kurdî û tirkî pankartên “Bijî Yek Gulan” hatin vekirin. Dîsa pankartên ku ji polîtîkayên AKP'ê re dibêjn "Na" hatin vekirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Serokê Şaxa Petrol İşê Şeyhmus Kaygusuz, axivî û polîtîkayên AKP'ê yên KHK'ê û OHAL'ê şermezar kir. Kaygusuz, anî ziman ku ew li dijî neheqiyê ji bo mafê xwe biparêzin li vir in û wiha got: "Em dê bêtirs her dem li qadan bin. Berpirsiyarê xerakirina pêvajoyê AKP ye. Em dixwazin bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin tecrîd rabe û pêvajoya çareseriyê ji nûve dest pê bike. Piştî axaftinan karkeran li ber stranan govend gerand.

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose karkerên di 1'ê Gulana 1977’an de û di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bibr anî. Kose anî ziman ku Na'yên wan hêj neqediya ne û heta vîna wan û daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têkoşina xwe berdewam bikin. Kose, anî ziman ew dê ji bo ked û mafê xwe her dem li qadan têbikoşin û her dem têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildırim jî anî ziman ku di serdema AKP’ê de ked bêtir hat xwarin û betalî bêtir zêde bû. Bername piştî axaftinan bi stranên Servet Kocakaya û govendê bi dawî bû.

DERSİM

Li Dêrsimê jî bi hezaran karker li Qada Seyid Rıza kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karker bi slogan, pankart û dowîzên xwe hatin qadê û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Pirozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi sedan karker bi heman armancê kom bûn û daxuyanî dan. Karkeran di pêşengiya Platforma Şaxan a KESK'ê de li Kolana Guresê kom bûn û meşiyan ber Navenda Kar a Kizilayê. Nûnerên HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎHD û gelek welatî amade bûn. Ji ber ku Walîtya Sêrtê destûr neda karker li Qada Demokrasiyê mîtîngê pêk bînin, daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê karkeran Serokê Şaxa Egîtîn Sen'ê Serdar Batur, daxuyanî da. Karkeran bê navber siloganên “Bijî yek Gulan”, “Bijî tekoşîna kedê" berz kirin. Daxuyani bi sloganan û çepikan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Rêxistinên kedê yên li Mêrdînê bi şîara “Ji helandin, feqîrî, bêewlehî, taşeron, OHAL û îxracên bi KHK’yan re Na” li Parka Karayoluyê hatin cem hev.

Pîrozbahiya bi rêzgirtinê destpêkir, Hevseroka SES’a Mêrdînê Eylem Ergun axaftinek kurt kir. Ergun, diyar kir k udi referandumê de hemû zîhniyetên xwedin jiyana muxalifan tarî bikin winda kirine û wiha got: “Li kolanê ligel hemû gefan jî dengê ‘Na’ qezenc kir.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stenranên hunermend Xeyrî û gerandina goevndê bi dawî bû.

WAN

Rêxistinên kedê yên Wanê bi boneya 1’ê Gulanê li Parka Musa Anter a Aştiyê mîtîngek li darxistin. Mîtînga bi govendê destpê kir Berdevka Platforma KESK’a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku bi salane têkoşîna didin ligel hemû astengiyan jî domandine û wiha pêde çû: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî referanduma bi hîle bilindtir bikin.”

Cigirê Hevserokên HDP’ê Nadîr Yildirim, anî ziman ku rihê 8’ê Adarê û Newrozê wan anîne qada 1’ê Gulanê û wiha got: “Ger em pêşiya faşîzma li welat tê meşandin negirin dê giritn, binçavkirin, KHK û îşkence berdewam bikin û gel dikare pêşiya vê bigire. Ger qada têkoşînê bê mezinkirin dê faşîzm çong deyne.”

Piştî axaftinan, Mem Ararat derket ser dike û mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, ji ber walîtiyê hemû çalakiyên di 15’ê Nîsan heta 05’ê Adarê qedexe kirine bi civîna çapemeniyê ya li avahiya KESK’ê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

QERS

li Qersê jî 1’ê Gulanê li Kolana Cumhuriyetê hat pîrozkirin. Girseya li ber avahiya Egîtîm Sena Qersê kom bû bi awayekî kortej ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Serokê Egîtîm Sena Qersê Çetîn Koçyîgît, destnîşan kir ku her sal kedkar 1’ê Gulanê li dijî sermayedaran wekî roja têkoşîn û hevgirtinê pîroz dikin.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi lêxistin dawûl û zirneyê û gerandina govendê bi dawî bû.

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ku ji KESK, EMEP, TMMOB, ÎHD, OZEDONUŞ, TJA, HDP, DBP, CHP, Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê, Komeleyên Çanda Elewî, Tevgera Azadî û Mirovî, pêk tê bi şîara “Em ê jiyana azad a demokratîk bi têkoşîna kedê ava bikin û em ê teqez biserkevin” li Qada Newrozê ya Paşabagê 1’ê Gulanê pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Cevher Ozturk, li ser navê CHP’ê Ahmet Budak û li ser navê EMEP’ê jî Mehmet Turkmen axivî.

Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan ligel hemû zext û zilmê jî kedkkarên hatine qadê silav kirin. Ocalan, anî ziman ku ên duh di referandumê de gotin ‘Na’ îro gotin ‘Na bi dawî nebûye’ 1’ê Gulanê pîroz dikin û wiha pêde çû: “Em 1’ê Gulanê li her kesî pîroz dikin. Kesên ku ked nadin û dixwazin bigihin cihekê dê li dijî têkoşîna kedê ya gel winda bikin.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Gulên Xerza bi dawî bû.

SEMSÛR

Li Semsûrên karkerên li ber avahiya Agirkujiyê ya li Gargarayê hatin cem hev, bi pankarta “1’ê Gulanê Cejna karkeran pîroz be” ber bi Parka Mustafa Yucel Ozbîlgîn meşiyan. Di mîtînga piştî pêkanîna meşdê de Serokê Egîtîm Sena Semsûrê Mehmet Dagdevîren axivî. Dagdevîren, bi lêv kir ku ew kesên ku ev roj bi canê xwe avakirin bi rêzdarî bibîrtînin û wiha got: “Em soza dê bêrîkirinên wan bicih bînin didin. Ji bo dawî li hemû cure pêkanînên dij mirovî were, ji bo mafê karker, ziman û pêşeroja welat em li qadanin.”

Piştî axaftinan girseyê li ber stranên Koma Evîndar govend gerandin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.

DÎLOK

Platforma KESK’ê ya Dîlokê jî li Parka Kirkaya 1’ê Gulanê pîroz kir. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Demî yê Platforma KESK’ê Alî Sonmez û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî karkeran.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.