Li Dersimê liv û tevgera hewayî

DERSIM -Gelek helîkopterên ji navenda Dersimê rabûn, ber bi Geliyê Pulumuriyeyê ve çûn.

Li navenda Dersimê, gelek helîkopterên Skorsky û û Kobra yên ji 4'emîn Tûgaya Komandoyê rabûn, ber bi Geliyê Pulumuriyeyê ve çûn. Li herêmê liv û tevger hewayî ya ber bi Kûtûdereyç ve didome û her wiha piştî demeke dûr û dirêj cara ewil e ku gelek helîkopter li pêyî hevdu radibin.