STENBOL - Muduriyeta Polîsan a Stenbolê, ragihand ku di bûyerên ku di 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê de rû dan de, bi giştî 165 kes hatine binçavkirin.
Muduriyeta Polîsan a Stenbolê, der barê qewimînin ku di çarçoveya 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê de rû dan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Li navçeyên Şîşlî, Beyoglu, Beşîktaş, Sûltangazî, Kagithane û Bakirkoyê, ji ber lidarxistina meşên bêdestûr 139 kes, 17 kes ji ber pankartvekirinê, 3 kes ji ber rêgirtinê, 3 kes ji ber aşirîtiyê û 3 kes ji jî ji ber flama û fîşekên hewayî hilgirtine bi giştî 165 kes hatine binçavkirin."
DI 3 OPERASYONAN DE 18 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di dumahîka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji aliyê ekîbên Muduriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ve, di çarrçoveya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê de, li dijî kesên ku hatin gotin dê li ser navê rêxistinên terorî tevbigerin operasyon hatin lidarxistin. Di 3 operasyonên ku li navçeyên Beyoglû, Zeytînbûrnû, Esenler û Maltepeyê hatin lidarxistin de 18 kes hatin binçavkirin."