Li Wanê bi şideteke 4,5'an erd hejiya

WAN -Li navçeya Westanê ya Wanê, bi şideta 4,5'an erdhej çêbû.

Li Wanê erhej çêbû. Li gor agahiya Enstîtya Lêkolîna Erdhejê û Resetxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, saet di 19.30'an de li li Taxa Kazançê ya navçeya Westanê ya Wanê bi şideta 4.5'an erdhej çêbû. Li gor agahiyên destpêkê, heta niha tu birîndar, mirî û windahî tune ne.