STENBOL- Xebatkarên saziyên çapemeniyê yên ku bi KHK'yan hatin girtin, anîn ziman ku li Tirkiyeyê 3'yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê, tenê di salnameyan de tê hişê mirov û gotin: "Li Tirkiyeyê azadiya raman û çapemeniyê di girtîgehê de ye."
Neteweyên Yekbûyî di 3'yê Gulana 1993'yan de, 3'yê Gulanê wek Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê îlan kir. Lê ber bi 3'yê Gulanê ve, li Tirkiyeyê her ku diçe çewisandinên li ser azadiya çapemeniyê zêde dibin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ên di sala dawîn de hatin derxistin re, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Ozgur Gundemê, ÎMC TV, TV 10 jî di nav de bi dehan saziyên çapemenî û weşanê hatin girtin. Li gor daneyên Înîsiyatifa Rojnamgerên Azad (CRA) 166, li gor daneyên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî 159 rojnameger niha li girtîgehan tên ragirtin. Çend roj berê Freedom House (Mala Azadiyê) der barê rewşa azadiya çapemeniyê ya 199 welatan de raporek weşand. Di vê raporê de Tirkiye di rêza 163'yemîn de cih girt. Dîsa di heman raporê de; li gor kategoriyên "yên azad", "yên dibe ku azad bin" û "yên ne azad" jî, Tirkiye di nav kategoriya "yên ne azad" de cih girt.
Rojnamegeran, azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nirxandin. Rojnamegeran, balê kişandin ser çewisandinên li ser çapemeniya muxalif û rojnamgerên girtî û wiha gotin: "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê û çapemenî di girtîgehê de ye."
'LI TIRKIYEYÊ ÇAPEMENÎ DI GIRTÎGEHÊ DE YE'
Turabi Kişin, piştî bi KHK'ê TV 10 hat girtin li PÎR Haberê (PÎRHA) wek Gerînendeyê Nûçeyan dest bi kar kir. Kişin, diyar kir ku her ku azadiya çapemeniyê zêde bibe, dê demokrasî jî zêde bibe û wiha got: "Ji ber ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune ye, mirov nikare behsa demokrasiyê jî bike." Kişin, dest nîşan kir ku Tirkiye li ser "feraseta yekparêz" hatiye avakirin û got ku, saziyên çapemeniyê yên dengê kurdan, jinan, elewiyan û hemû derdorên civakê yên cuda radigihînin raya giştî hatine girtin. Kişin, balê kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û wiha got: "Tirkiye veguherandin girtîgehê. Belkî hinek rojnamger ne di girtîgehê de ne, lê belê ka em dikarin mebesta xwe bi awayekî azad bînin ziman? Di şert û mercên 12'ê Îlonê de jî evqas rojnameger ne di girtîgehê de bûn. Li Tirkiyeyê, azadiya ramanê û çapemenî di girtîgehê de ye."
Kişin, hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê wek "derbeya bikontrol" wesfand û got ku, piştî derbeyê TV 10 a ku elewiyan bi derfetên xwe ava kiribû jî di nav de, bi sedan saziyên çapemenî-weşanê hatin girtin. Kişin, dest nîşan kir ku hîn jî hinceta girtinê ya TV 10'ê teblîxî wan nehatiye kirin û wiha axivî: "Wek talankeriyê dest danîn ser malzemeyên qenala me. Her wiha xebatkarên me jî betal man. Tekane qenala civaka elewiyan bû. Mafê nûçewergirtinê yên elewiyan ji dest wan girtin. Li vî welatî, dewlet çawa ku kurdan nahesibîne û her cure çewisandinê ji wan re rewa dibîne, nêrîna dewletê ya der barê elewiyan de jî, wek nêrîna wê ya li kurdan e." Kişin, diyar kir ku ji bo danderiya pirsgirêkên civata elewiyan PÎRHA hatiye avakirin û got ku, dewlet saziyên çapemenî û weşanê yên aîdî elewiyan wek saziyên "xetere" dibîne. Kişin wiha axivî: "Çewisandinên îktîdara sunî yên dewletê li ser rojnamgerên muxalif heye. Her wiha ev çewisandin li ser me jî heye. Em nikarin biçin her nêvengê."
Nûçegîhana Rojname Şûjinê Rojda Oguz, behsa pêvajoya girtina JINHA'yê ya ku bi KHK'ê hat girtin kir û wiha got: "Li hemberî zimanê nêrza yê çapemeniyê, sembola rojnamegeriya jinên kurd bû. Bi taybetî jî, ji ber ku me pirsgirêkên jinên Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî zelal anîn ziman, em hedef hatin nîşandan û hatin girtin." Oguz, dest nîşan kir ku ji ber nûçeyên çêkirine hatiye girtin û paşê hatiye berdan û wiha got: "Li Tirkiyeyê bi awayekî serbixwe rojnamgerî nayê kirin." Oguz, îşaret pê kir ku li Tirkiyeyê êrîş li rojnamgerên muxalif tê kirin û wiha got: "gelek caran nûçegîhanên me hatin girtin, hatin binçavkirin, hatin derbkirin, heqaret li wan hatin kirin û kartên me yên çapemeniyê hatin şikandin." Oguz, dest nîşan kir ku ew ê li hemberî hemû çewisandinên dewletê, tim pirsgirêkên jinan veguhêzînin rojevê.
'LI TIRKIYEYÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DI ASTEKE WEHÎM E'
Edîtora Ozgurlukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê 3'yê Gulanê veguheriye rojeke sembolîk û wiha got: "Li Tirkiyeyê hîn jî azadiya çapemeniyê nehatiye peydekirin. Gelek rojnameger di girtîgehê de ne. Her wiha gelek saziyên çapemenî-weşanê jî hatin girtin. Mirov nikare bibêje ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heye. Di du salên dawî de bi dijwarbûna şerê li Kurdistanê re, li welatê me her diçe azadiya çapemeniyê bi paş ve diçe. 3'yê Gulanê veguherî rojeke salnameyî." Hacioglu, dest nîşan kir ku daxwaza wan ne Tirkiyeyeke ku çapemeniyeke yekdengî lê hebe û wiha domand: "Di vê rojê de me dixwest rojnameger negirtî bûnan, bi awayekî azad fikr bihatanan vegotin, bi taybetî jî çewisandinên li ser çapemeniya kurdî tunebûnan." Hacioglu, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê her diçe rewşa azadiya çapemeniyê xerabtir dibe. Hacioglu, rapora Freedom Housê ya ku Tirkiye di rêza wê ya 163'emîn de cih girt jî nirxand û wiha got: "Dema mirov li şert û mercên li Tirkiyeyê dinihêre, ev derece dereceyeke baş e. Çimkî, gelek binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê di çapemeniyê de nayên nîşandan. Halbûkî li Tirkiyeyê rewşa azadiya çapemeniyê di asteke gelekî wehîm de ye."
'JI BER ME ŞERÊ LI KURDISTANÊ ANÎ ROJEVÊ ME GIRTIN'
Hacioglu, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek rojnameger li girtîgehan di nav şert û mercên tecrîdê de tên ragirtin û wiha got: "Mixabin mirov nikare li Tirkiyeyê behsa azadiya çapemeniyê bike. Ev demeke dirêj e ku em di warê çapemeniya azad de bi paş ve diçin." Hacioglu, dest nîşan kir ku ji ber sûcên şerê li herêmê bi awayekî belgeyî dane, gelek rojnamgerên kurd hatine binçavkirin, girtin û wiha domand: "Dema em şerê li Kurdistanê dikin manşet, em bi sansurê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî ji ber ku Ozgur Gundem şer, wehşet û qetlîamên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê anî rojevê, hat girtin. Îktîdar çewisandinên xwe yên li ser çapemeniya muxalif ên ku zorbetiyên wê teşhîr dikin zêde dike."