Girtiyê nexweş Ozdemîr di 2 mehan de 21 kîlo dan

STENBOL - Bijîşkê girtîgehê ji girtiyê nexweş Bulent Ozdemîr ê ku di 2 mehan de 21 kîlo dan û dereceya agirê canê wî danekeve biniya 41 dereceyan re pêşniyar kir ku "têkeve bin ava cemidî". Kekê Ozdemîr Cemal Ozdemîr, anî ziman ku her ku diçe rewşa birayê wî xerabtir dibe.

Bi Rewşa Awarte (OHAL) re li Tirkiyeyê li gel zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, bi van binpêkirinên mafan rewşa girtiyên nexweş jî her diçe xerabtir dibe. Girtiyê nexweş Bulent Ozdemir (40) ê ku ji ber sedemên siyasî li Girtîgeha Tekirdagê tê ragirtin, di 2 mehan de 21 kîlo dan. Ozdemir ê ku di 16 saliya xwe de hat berdan û dubare hat girtin, ji ber zêdebûna agirê canê wî rewşa wî nebaş e. Her wiha rêveberiya girtîgehê jî, li hemberî vê rewşa Ozdemir xwe li nedîtiyê datîne. Kekê wî, Cemal Ozdemir rewşa birayê xwe vegot.

'TIM TÊ GIRTIN Û PAŞÊ TÊ BERDAN'

Kek Ozdemir, diyar kir ku der barê rewşa birayê wî de, gumanên wan hene û wiha behsa pirsgirêkên ku birayê wî yê ku ji 16 saliya xwe heta niha di girtîgehê de ye kirin: "Cara ewil, Bulent di 16 saliya xwe de ji ber sedemên siyasî hat girtin. 3 mehan li Girtîgeha Bayrampaşayê ma. Paşê derket. Lê piştî mehekê dubare hat girtin û ew şandin Girtîgeha Umraniyeyê. Li wir jî 3 mehan ma. Vê carê jî piştî şalekê şûnde bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê" hat girtin û 12 salan di girtîgehê de ma."

Ozdemir, da zanîn ku dema birayê wî di Girtîgeha Umraniyeyê de bû, tevlî rojiya mirinê ya sala 2000'î bûbû û got ku, di dema rojiya mirinê de dewletê mudaxileyî girtiyên di rojiya mirinê de bûn kiriye û wê demê birayê wî ji ber vê mudaxileyê birîndar bûye. Kek Ozdemir wiha axivî: "Wê demê birayê min jî birîndar dibe. Guleyek li qelbê wî ketibû. Piştî bi giranî birîndar bû heta demeke dirêj di beşa lezgîn de ma. Piştî wî şandin odeya wî bi çend rojan, wî bi wesayîta rîngê birin Girtîgeha Edîrneyê. Kesekî ku nû ji beşa lezgîn derketiye, tam 4 saetan bi wesayîta rîngê birine." Ozdemir, diyar kir ku dema birayê wî birine Girtîgeha Edîrneyê, li wir jî tevlî rojiya mirinê bûye û wiha domand: "Wek malbatê her çi qas em li hemberî vê derketin jî, lê bi wî halê xwe yê nexweş jî daxilî rojiya mirinê bû. Di roja 260'emîna a greva birçîbûnê de hişê birayê min ji sera çû. Dema rewşa wî xerab bû wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê. Wê demê ji ber rewşa birayê min nebaş bû, wek malbata wî me serî li hin deveran dan. Dema wan jî dît divê ku tedawiya wî li derve bê kirin, birayên min berdan. Dema me birayê min wergirt, bi rastî jî li ber mirinê bû. Hişê ji sera diçû."

'NÊZÎ 20 KÎLOYÎ DANE'

Kek Ozdemir, da zanîn ku birayê wî di 2009'an de hatiye girtin û di 2014'an de hatiye berdan û got ku, di sala 2016'an de dubare hatiye girtin. Ozdemir wiha axivî: "Wek malbata wî, 6 mehan me nikaribû bi birayê min re hevdîtinê çêbike. Cezayê hevdîtinê lê birîbûn. Beriya niha bi meh û nîvekê, dema ku me hevdîtin pê re çêkir dengê wî nebaş dihat. Dema min jê pirsî 'Çî te heye?', diyar kir ku rewşa wî nebaş e, her çi qas ew bi awayekî birêkûpêk sporê dike û xwarinê dixwe jî bi awayekî zêde kîloyan dide. Nêzî 20 kîloyan daye. Min jê pirsî, ka diçî revîrê, ser bijîşk an na. Got, wî daxwazname dane, lê bi tu awayî bersiva van daxwaznameyan nehatiye dayîn. Revîrê wiha ji birayê min re gotiye: 'Agirê wî 41 derece ye, bila têkeve bin ava sar.'"

‘REWŞA WÎ QET NEBAŞ E'

Ozdemir, dest nîşan kir ku rewşa birayê wî qet nebaş e û got ku, bi navbeynkariya parêzeran rêveberiya girtîgehê birayê wî biriye nexweşxaneyê. Ozdemir wiha domand: "Gelek test û tetkîk tên kirin, lê hîn jî encamên wan testan wernegirtine. Çimkî, herî dawî mehek berê bijîşk wî dît. Herî dawî dema me di 21'ê Nîsanê de bi riya telefonê bi hev re axivî, got rewşa wî xerabtir dibe, êdî nikare îdare bike û divê dengê wî bê bihîstin."

Ozdemir, ragihand ku ew ê der barê mijarê de gilî bikin.