Operasyona li Kato û Bestayê didome!

ŞIRNEX - Ji bo operasyonên bejahî yên ku 13 roj in bênavber li herêmên Şirnex û navçeyên wê didomin, tîmên taybet û leşker tên sewqkirin. Li gorî îdîayên çavkaniyên herêmî, leşkerên li herêma Kato Jîrka û Bestayê ji ber sekvanan û rîska ketina dafikê nikarin vekişin.

Li herêmên Kato Jîrka, Kato Marînos, Gabar, Cûdî, Metina û Bestaya ku li çolterên navçeyên Elkê, Qileban û navenda Şirnexê ne, operasyonên ku di 18’ê Nîsanê bi awayek hemwext hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Di operasyona ku ji aliyê Fermandarê Artêşa 2'yemîn Korgeneralê Îsmail Metin Temel ve tê bi rê ve birin de, zêdetirî 3 hezar leşker û 200 cerdevan cih digirin. Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha 8 leşker mirine û bi dehan leşker jî birîndar ketine.

JI BO OPERASYONÊ TEQWIYEYA JOH Û HELÎKOPTERAN

Di rojên dawîn de gelek tîmen taybet ên leşker (JOH) ji bo operasyonên herêmê, bi balafirên anîn Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li Hezexê. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, gelek tîmên taybet ên sewqî 23'emîn Tumena Cendermeyan a Sînor a Şirnexê hatin kirin jî beşdarî operasyonan dibin. Her wiha ji bo cihên operasonan sewqiyata gelek helîkopterên leşkerî jî hatine kirin. Hat zanîn ku, gelek cerdevanên ku ji bo operasyonan gazî wan hatin kirin jî beşdariya operasyonan qebûl nekirine.

PAŞVEKIŞANDINA LEŞKERAN ZEHMET BÛYE!

Ji ber ku hemû herêm ji aliyê walitiyê ve, bi destpêkirina operasyonan hat qedexekirin ji herêman agahiyên zelal nayên bidestxistin. Lê belê çavkaniyên nêzîkê herêmê ne ragihandin ku, gelek cerdevanên beşdarî operasyonan dibin xwestine paş ve bên. Her wiha hat îdiakirin ku, leşkerên li herêmên Kato Jîrka û Bestayê ku di şert û mercên zivistanê de ketine nav operayonê, ji ber rîska sekvanan û ketina dafikê nikarin xwe paş ve vekişin.

Her du herêm hîn jî ji aliyê obus û topên qereqolên derdorê ve tên bombebarankirin û her wiha ji aliyê helîkopteran ve jî tên gulebarankirin. Bi taybetî danê şevê jî balafirên şer herêmê bombebaran dikin.

SEWQIYATA ÇEKÊN GIRAN BERDEWAM E

Li navçeya Silopiyayê ya ku ji bo operasyona derveyî sînor ji aliyê rayedarên hikumetê û çapemeniya wê ve her tim di rojevê de ye, liv û tevgerek zêde xuya nake. Lê belê li navçeya ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û bi sedan tanq lê hatine bicihkirin hîn jî sewqiyata çekên giran çêdibe.